YNK: Em ê helwesta xwe ji Tirkiyê re ragihînin

Berdevkê YNK’ê di daxuyaniya çapemeniyê de ji bo hewldanên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û binpêkirina sînoran ya ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê xwest ku xwedî helwest bin.

YNK: Em ê helwesta xwe ji Tirkiyê re ragihînin
1 nîsan, 2018   13:01

NAVENDA NÛÇEYAN - Îro civîna Buroya Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmanî hate lidarxistin. Paşê jî Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin.

Berdevkê Buroya Siyasî ya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre di daxuyaniyê de îşaret bi helwesta YNK’ê ya di mijara hewldanên dewleta Tirk ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê de kir û got, “Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li hember Tirkiye xwedî helwest bin. Em ê di rojên pêş de helwesta xwe ya di vê mijarê de ji Tirkiyê re ragihînin.‘‘

Herî dawî derbarê helwesta Tirkiyê ya ne vekirina balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê jî Pîre diyar kir ku ew kêfxweş in ku li ser mijareke netewî hatine cezakirin û got, “Ji ber em ji bo piştgiriya xwe ya ji bo aliyek yan jî parçeyeke Kurdistanê hatine cezakirin, serbilind in.”

 Di daxuyaniya çapemeniyê de Pîre destnîşan kir ku di civîna îro de wana behsa rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistan, Iraqê kirine û her wiha rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê jî destgirtine. Pîre balkêşa ser hilbijartinan jî û got: “Pêwîste di demê hilbijartinan de herkes ji bi kar anîna şîdetê dûr bisekine.”

Pîre balkêşa ser xwepêşandanên dawî yên mamosta û karmendên Başûr jî kir û diyar kir ku wan ji Hikûmetê daxwaz kiriye ku bersiva daxwazên xwepêşanderan bide û tevî ku YNK hevparê Hikûmetê ye jî got, ew weke YNK ne alîgirê wêne ku mûçe werin paşxistin.