Li Hesekê Cejna "Ekîto" hate pîrozkirin

Suryan û asûriyên bajarê Hesekê Cejna "Ekîto"  bi merasîmekê pîroz kirin.

Li Hesekê Cejna "Ekîto" hate pîrozkirin
Li Hesekê Cejna "Ekîto" hate pîrozkirin
Li Hesekê Cejna "Ekîto" hate pîrozkirin
Li Hesekê Cejna "Ekîto" hate pîrozkirin
Li Hesekê Cejna "Ekîto" hate pîrozkirin
1 nîsan, 2018   12:44

HESEKÊ – Merasîm li qada Şehîd Ahtor a taxa Nasra hat lidarxistin.  Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê de, rêveberê Komeleya Çanda Suryan Îbrahîm Qes Îbrahîm axivî û got "Ekîto cejna vejînê ye, roja serkeftina xêr li hemberî şer e. Pîrozbahiya Ekîto ji 21‘ê hetanî 1‘ê Nîsanê ve tê pîrozkirin.

Berpirsyarê Partiya Yekîtiya Suryan Gabriyêl Şamûn anî ziman ku "Ekîto" cejna nûbûn û jiyanê ye û got, "Gelên Suryan, Asur, Kildan û hemû gelên Mezopotamiya bi hev re bi hezkirin jiyan dikin."

Gabriyêl Şamûn, bal kişand ser Berxwedana Serdemê û destnîşan kir ku gelên Bakurê Sûriyê dagirkeriyê qebûl nakin û ew ê li hemû her komployan yek bin.

Endama Buroya Yekîtiya Jinên Suryan Îlham Metlî Cejna "Ekîto" pîroz kirin û got bi rihê vê cejnê gelê Bakurê Sûriyê yek in.

Di dawiyê merasîmê de, stranên suryan û govend hatin gerandin.

(bb)

ANHA