Pûtin, Erdogan û El-Rûhanî wê bicivin

Serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê di 3`yê Nîsanê de li Tirkiyê careke din  dicivin.

Pûtin, Erdogan û El-Rûhanî wê bicivin
1 nîsan, 2018   12:28

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Îranê Hesen El-Rûhanî roja Sêşemê ango 3`yê Nîsanê berê xwe dide Tirkiyê da ku beşdarî tora duyemîn a hevdîtina sê alî ya di navbera serokê Rûsya Pûtin û serokê Tirkiye Erdogan, bibe.

Di hevdîtina sê alî de, wê rewşa Sûriyê û hevkariya di navbera wan de, were nîqaşkirin.

Di demeke ku li Sûriyê guhartina demografî çêdibe, Pûtin, Erdogan  El-Rûhanî li hev dicivin.

(kc)