Tevlîbûna nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê zêde dibe

Li Akademiya Şehîd Koçerîn a Leşkerî û siyasî ya girêdayî Meclîs Leşkerî ya Minbicê dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîdên Efrînê destpê kir.

Tevlîbûna nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê zêde dibe
Tevlîbûna nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê zêde dibe
Tevlîbûna nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê zêde dibe
Tevlîbûna nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê zêde dibe
1 nîsan, 2018   12:18

MINBIC – Dewre bi tevlîbûna 32 şervanan bi merasîmekê destpê kir.

Dewreya perwerdeyê wê 45 rojan berdewam bike. Di dewreyê de wê waneyên birdozî û leşkerî werin dayîn.

Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl  a Demokratîk a Minbicê beşdarî merasîmê vekirina dewreyê bûn.

Merasîma vekirina dewreyê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên ku tevlî dewreyê bûne hate destpêkirin. Paşê, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil axivî û vekirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir û wiha pêde çû "Dewreya perwerdeyê ya bi navê "Şehîdên Efrînê " yên ku li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaniyeke dîrokî meşandin û wê bi saya berxwedaniya wan Efrîn bi ser bikeve."

Ebû Adil destnîşan kir ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo ku bersiva hemû êrîşan bide amade ye.

Di dawiya merasîmê de, şervanên ku tevlî dewreyê sonda leşkerî xwarin.

(bx)

ANHA