SANA: Wê terorîstên Ceyş El-Îslam ber bi Cerablûsê ve werin rêkirin 

Dezgehên Çapemeniyê yên  girêdayî Rejîma Sûriyê raghandin ku li gorî hevdîtinan wê çeteyên Ceyş El-Îslam ji Dûma ya Xûta Rojhilat ber bi Cerablûs ve werin rêkirin.

SANA: Wê terorîstên Ceyş El-Îslam ber bi Cerablûsê ve werin rêkirin 
1 nîsan, 2018   12:12

NAVENDA NÛÇEYAN – Ajansa fermî ya Rejîma Sûriyê SANA raghand ku lihevkirin hatiye çêkirin da ku çeteyên Ceyş El-Îslam ji Dûma ber bi Cerablûsê ve werin rêkirin. Herêma Cerablûsê jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin.

Çeteyên Ceyş El-Îslam wê çekên xwe yên  giran û navîn radestê Rejîma Sûriyê bikin.

Çeteyên Ceyş El-Îslam yek ji gurupên ku destekdayîna xwe yekser ji dewleta Tirk a dagirker digrin. Heman gurupê taxa Şêxmeqsûd bi çekên qedexekirî topbaran kiribû.

 (kc)