Xiristiyanên Şêxmeqsûd Cejna ''Ekîto pîroz kirin

Xiristiyanên taxa Şêxmeqsûd Cejna "Ekîto" li dêra Meryem El-Ezra pîroz kirin.

Xiristiyanên Şêxmeqsûd Cejna ''Ekîto pîroz kirin
1 nîsan, 2018   11:33

HELEB- Xiristiyanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê Cejna "Ekîto" li dêra Meryem El-Ezra ya dikeve aliyê rojhilatê taxê pîroz kirin.

Pîrozbahî bi merasîmeke olî dest pê kir. Nûnerê Komeleya Catholic Ebû Yehya  û Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Buroya Helebê Jozef Qebelan bi xêrhatina beşdaran kir û Cejna "Ekîto" pîroz kir.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Sûriyeye Demokratîk (Buroya Helebê) Ebû Yehya El-Bera cejn li xiristiyanan pîroz kir û got, " Mesîh piştî 3 rojan ji êş û azaran rabû, bi saya xuda Sûriyê wê ji aloziya xelas bibe û aştî pêk were."

(bb)

ANHA