‘Em rojbûna Ocalan li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin’

KCD, DBP  û TJA  : Di 4`ê Nîsan 2018’an de ku em ê 69’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin. Em vê rojê di serî de li gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.

‘Em rojbûna Ocalan li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin’
1 nîsan, 2018   11:28

NAVENDA NÛÇEYAN – KCD, DBP  û TJA`yê bi wesîleya nêzikbûna 4`ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke hevbeş weşandin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺEm di pêvajoyeke gelekî zehmet a ku li seranserê Rojhilata Navîn rê li ber guherîn û veguherîna dîrokî vedike de derbas dibin.

Di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn jinûve tê sererastkirin de rola Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelan  diyarker e.

Di dîrokeke wisa girîng de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgma xwe her tim rê nîşanî pêvajoyê de. Di roja me de wekî şewqekê rêya me ronî dike û rê nîşanî me dide.

Di 4`ê Nîsan 2018’an de ku em ê 69’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin. Em vê rojê di serî de li gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.

Roja rojbûna Ocalan ê ku bûye çavkaniya hemû nirxên demokrasî, azadî, biratî, aştî,  wekhevî, edalet û azadiya jinan û hêviya jiyanê, ji hêla gelên Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn, her kesên pêşketî, welatparêz, hêzên dînamîkê yên demokrasî û azadiyê bi coş, moraleke bilind û ruhê têkoşîneke bêhempa pêşwazî dikin.

Ocalan bi şahidiya mirovahiyê  ev 19 sal in di bin tecrîda girankirî de ye. Li gel hemû şert û mercên dijwar û tecrîda girankirî Berxwedana Serdemê dimeşîne û bi pêşxistina paradîgmaya demorkatîk ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bûye hêvî û ronahiyek.

Tecrîdkirina Ocalan tê wateya tecrîdkirina gelê kurd û hemû gelên Kurdistanê. Her wiha ev tê wateya tecrîda vîna wan a azad jî.

Gelên Kurdistanê bi hişmendiya ku azadiya Ocalan azadiya wan e tevdigerin. Azadkirina Ocalan wekî sedema hebûn û jiyana xwe dibîne û vê yekê kiriye navenda têkoşîna xwe.

Em careke din bang li hemû gelên Kurdistanê, mirovên pêşketî dikin ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan dane meşandin bilintir bikin. Em rojbûna Ocalan bi coş, moraleke bilind û ruhê têkoşînê pîroz dikin.ʺ

(kc)