Bi pêşengtiya jinê..projeyên malên sergirtî pêş dikeve

Bi pêşengtiya jinan, projeya malên sergirtî li navçeya Tirbespiyê bi ser ketin. Berhemên malên sergirtî bi buhayên sembolîk li sûkê têne firotin.

Bi pêşengtiya jinê..projeyên malên sergirtî pêş dikeve
Bi pêşengtiya jinê..projeyên malên sergirtî pêş dikeve
Bi pêşengtiya jinê..projeyên malên sergirtî pêş dikeve
Bi pêşengtiya jinê..projeyên malên sergirtî pêş dikeve
Bi pêşengtiya jinê..projeyên malên sergirtî pêş dikeve
Bi pêşengtiya jinê..projeyên malên sergirtî pêş dikeve
1 nîsan, 2018   10:24

EHMED SEMÎR

QAMIŞLO - Komîteya Aborî ya girêdayî Kongreya Star ji destpêka salê ve projeya malên sergirtî dabû destpêkirin. Piraniya cureyên zebzeyan ku hatin çandin berhemên baş derxist ku gihişt 41 tonî.

Armanca avakirina projeya malên sergirtî ew e ku rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigire û bi buhayê kêm were firotin, her wiha peydakirina derfetên kar ji bo welatiyan.

Di vê projeyê 16 malên sergirtin hatin vekirin. Dirêjahiya her malekê 40 mître û firehiya wê 6 mître.

Di malên sergirtê de, xiyar, bacan û bacanên reş hatin çandin.

Proje ji aliyê 10 jinan hate birêvebirin.

Rêvebera Komîteya Aborî ya girêdayî Kongreya Star Horiya Şemdîn derbarê mijarê de got, "Armanc ji projeyê pêşxistina aboriya herêmê ye."

Horiya Şemdîn destnîşan kir ku bi dehan koperatîf ji aliyên jinan ve hatin avakirin û jinan jê sûd wergirtin.

(bb)

ANHA