Meşa vegerê numuna têkoşînê ye

Gelê Filistîne sala 1948`an xaka xwe wenda kir û heyanî roja îro ji bo vegerîne têdikoşe, di roja xaka Filistînê de meşan birêxistin dike, îsal jî gelê Filistîne xwe amade dikin ku vê rojê bibîrbînin.

Meşa vegerê numuna têkoşînê ye
29 adar, 2018   11:55

MUSTEFA DEHDÛD

XEZA- Sala 1948`an bi hezaran ji gelê Filistîne piştî ku xaka wan hat dagirkirin, her yek bi derekevê ve çû, li dewletên derdor belav bûn, êdî bûn biyaniyên welatê xwe. Ew niha têdikoşin û israr dikin ku li xaka xwe vegerin.

Dewletên Ereb û yên islamî li hemberî dagirkirina xaka Filistînê bêdeng in û serokên weke Erdogan jî li ser doza Filistîne bazirganiyê dike.

Gelê Filistîne careke dîtir serî hilda, mafê wan ê ku ji destê wan birine, dixwazin. Di vê çarçoveyê de 30`ê Adara 1967 wekî "Roja Xaka Filistînê" îlan kir.

Gelê Filistîne roja 30`ê Adarê ya Xaka Filistîne wê bimeşin û mafên xwe bixwazin.

Komîteya Niştîmanî ya hemû hêzên Niştîmanî Islamî ku hemû gurûp û hêzên Filistînî digire hundirê xwe, bang li gel kir ku tevlî meşê bibin. Meş wê di bin dirûşmeya `Mafê her Filistîniyekî heye ku vegerê xaka xwe˝ were organîzekirin.

Bi boneya vê rojê li ser sînorê di navbera Xeza û xaka ji aliyê Israîlê ve hatiye dagirkirin 5 kon hatine vedan.

Komîteya Niştîmanî welatiyên Filistîne di mijara tundî bikaranîn şiyar kir. Welatî wê 700 m dûrî sînor meşa xwe bikin, hêzên Israîl jî şiyar kirine ku gel 300 m dûrî sînor çalakiya xwe lidarbixînin.

Meş di wextê ku Xeza aliyê aborî de alozî dijî tê organîzekirin. Ev bûye 11 sal ku Xeza di dorpêçê de ye. Tengaviya gel a di aliyê aborî de dibe ku bibe sedema pêvajoya heyî bi dawî bibe û pêvajoyeke nû destpê bike.

Li gorî kesên ku meşa vegerê ya mezin dişopînin, vê meşê weke bersiv ji polîtîka Amerîka û Israîl li hemberî mafên gelê Filistîne dinirxînin.

Gelê ji bo meşa vegerê ya mezin li wan konan bi cih bûne têne birêxistin kirin. Niha li her konekî komîte hatine organîzekirin, her wiha komîteya raghandin, lojistîk, parastin û tendurûstiyê jî hene. Ev komîte wê bi komîteya netewî re di nava têkiliyê de bin û xebata xwe birêvebibin.

(np)

ANHA