Gelê Şengalê li dijî gefên dagirkeriya Tirk daketin qadan

Gelê Êzidî tevî hemû sazî, rêxistin û dezgehên Şengalê li navçeya Sinûnê ya girêdayî Şengalê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Êzîdxanê meşeke girseyî lidarxistin û bang li Hikûmeta Iraqê û Civakata Navnetewî kirin ku li hember gefên Tirkiyê yên li dijî gelê Êzidî bêdeng nemînin.

Gelê Şengalê li dijî gefên dagirkeriya Tirk daketin qadan
Gelê Şengalê li dijî gefên dagirkeriya Tirk daketin qadan
Gelê Şengalê li dijî gefên dagirkeriya Tirk daketin qadan
29 adar, 2018   08:12

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk  a dagirker û serokkomarê wî Erdogan ku her roj gef li gelê Êzidî dixwe û dibêje ku ew ê Şengalê dagir bikin rastî nerazîbûneke tund a Êzidiyan hat. Gelê Şengalê li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevî hemû sazî û rêxistinên xwe meşeke girseyî li dijî êrîşkariya dewleta Tirk lidar xistin.

Gelê Êzidî li hember gefên dewleta Tirk û serokkomarê wî Erdogan ku di her fersendekî de dibêjin ew ê Şengalê dagir bikin  kir û gotin em ji bilî hêzên ku li dema  3 tebaxa 2014,an li me xwedî derketî û em parastîn em qebûl nekin ku hêzek din were ser axa me.

Meşa Şengaliyan li nava Sinûnê destpê kir heya ber avahiya Navenda Rêveberiya Navçeya Sinûnê berdewam kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa , “Ji dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Şengalê re na, ji bêdengiya Iraq û Civaka Navdewletî re na.”

Şengaliyan di meşê de nerazîbûn nîşana bêdengiya Hikûmeta Iraqê li hember ev gefên Tirkiye li Şengalê dixwe. Di dawiya meşê de daxuyanî ji aliyê Serokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê  Hesen Hacî ve hate xwendin.

Di daxuyayinê de wiha tê gotin, “Ji gefên dewleta Tirk ku hewl dide qirkirinê li ser xaka me pêk bîne re na. Em ji Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin ku li hember dewleta Tirk û gefên wê bêdeng nemînin.”     

Hacî di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku ji ber gelê Êzidî êdî dikare xwe bimeşîne dewleta Tirk gef lê dixwe  û got, “Lê divê dewleta Tirk baş bizane ku gelê Êzidî êdî gihîştiye wê astê ku dikare xwe bimeşîne.”

Hacî her wiha îşaret bi vekişîna hêzên HPG-YJA Starê ji Şengalê jî kir û got, “Em spasiya PKK’ê dikin û wana ti carî ji bîr nakin.”

Her wiha berpirsê Nevçeya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got, “ Tişta ji destê me were em ê ji bo gelê xwe bikin. Em ê dengê xwe bigihînin Civaka Navnetewî û Rêxistinên Mafê Mirovan.”

Çûkê di axaftina xwede êrîşên qirkirinê yên DAIŞ’ê ku di sala 2014’an de li Şengalê jî bi bîrxist û got, “Berê niha hêzên bi navê pêşmerge li vir bûn lê, mixabin me di nava destê DAIŞ’ê de hiştin.  Ji ber vê em naxwazin ti hêzek din were ser axa me. Em dixwazin xwe bi xwe biparêzin û hêza parastina gelê me jî YBŞ-YJŞ’ ye.ʺ

(kc)