‘Hedefa Tirkiyê qirkirina gelê Kurd e’

Şêniyên navçeya Amûdê dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrîne nirxandin û bi qirkirina çandî bi nav kirin.

‘Hedefa Tirkiyê qirkirina gelê Kurd e’
28 adar, 2018   10:03

HÎWA MEHMÛD-EHMED ŞEHAB

QAMIŞLO - Şêniyên navçeya Amûdê derbarê dagirkeriya Tirk li ser Efrînê û bêdengiya navdewletî li hemberî dagirkeriya Tirkiyê nirxandin.

Welatiyê bi navê Abdullselam Ebdo anî ziman ku Tirkiyê di qirkirina gelê Kurd de berdewam dike û hedefa wî ji dagirkeriya li ser Efrîne qirkirina gelê Kurd e.

Ebdo bang li dewletên navdewletî kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê dawî li bêdengiya xwe bînin û got,ʺNe tenê gelê Kurd li hemberî qirkirine ye, pêkhateya Ereb, Suryan û Êzidî yên kantona Efrîne jî rastî qirkirina çandî tên.ʺ

Her wiha welatiyê bi navê Kawa Seydo jî got, ˝ Destwerdana Tirkiyê ya xaka Sûriyeyê dê bibe sedema şerekî navdewletî. Tirkiyê di encama hevpeymana di navbera wê, Rûsya û Amerîka de êrîşî Efrîne kir. Rûsya û Amerîka bûn sedema gelê Efrîne têkeve vê rewşê de û ware wan ji aliyê Tirkiyê ve were dagirkirin˝.

Seydo di berdewamiya gotinên xwe de wiha got, ˝Gelê Efrîne dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin û ew venagerin Efrîne heyanî ku ji Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê neyê rizgarkirin.ʺ

Welatiyê bi navê Selah Seyda jî got, ˝Bajarê Efrîne li hemberî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe da. Dewleta Tirk a faşist ji berê  de dixwaze gelê Kurd qir bike û li Efrîne zagonên mirovahî binpêkirin û sivîl, zarok û ixtiyar kuştin.ʺ

Seyda di dawiya gotinên xwe de bang li dewletên navnetewî kirin helwestê xwe li hemberî dagirkeriya Tirkiyê diyar bikin û tevahî cîhan bi kantona Efrîne re bibe alîkar.

(np)

ANHA