DAIŞ'ê 8 polîsên Iraqê kuştin

8  Polîsên Iraqê ku 20'ê Sibatê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin, hatin kuştin.

DAIŞ'ê 8 polîsên Iraqê kuştin
25 adar, 2018   08:10

NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmeke navbera bajarên Selahaddîn û Diyala yên Iraqê, roja 20'ê Sibatê polîsên federal ên Iraqê ketibûn kemîneke çeteyên DAIŞ'ê û 8 polîs hatibû revandin. Çeteyên DAIŞ'ê hemû polîs kuştin.

Çeteyan her wiha dîmenê dema kuştina polîsan li ser medya civakî weşandin.

Nehat eşkerekirin bê 8 polîs li ku û kengî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine kuştin.