Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ji bo gelê Efrînê alîkariyê kom dike

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ji bo gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa  Tirk a dagirker û çeteyên wê  neçar man ku dev ji malên xwe berdin û li kantona Şehbayê bi cih bibin, dest bi komkirina alîkariyan kir.

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ji bo gelê Efrînê alîkariyê kom dike
Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ji bo gelê Efrînê alîkariyê kom dike
25 adar, 2018   08:35

DÊRAZOR – Meclîsa Sivîl a Dêrazorê di demeke  ku rêxistinên mirovahî û alîkariyê rewşa gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji malên xwe derketine paş guh dikin, konê alîkariyê veda.

Konê alîkariyê bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Şêwermendê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Îbrahîm Cûma axivî û sersaxî ji malbatên hemû şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest û şîfaya acil ji hemû birîndaran re xwest.

Îbrahîm Cûma di axaftina xwe de behsa berxwedan û tekoşîna gelê Efrînê, şervanên YPJ/YPG`ê ku li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û got ku berxwedan bidawî nebûye.

Cûma tekez kir ku wek ku çawa Kobanê li hember terora çeteyên DAIŞ`ê bi ser ket wê Efrînê bi heman hêzê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser bikeve.

Cûma di berdewamiya axaftina xwe de got ku gelê Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û ji bo ku xwe ji komkujiyan xels bikin neçar man ku dev ji malên xwe berdin. Her wiha Cûma destnîşan kir ku pêwîste ku her kes alîkariya gelê Efrînê bike û erka xwe li hember wan pêk bîne.

Cûma bi lêv kir ku pêwîste hemû gelê Bakurê Sûriyê û gelê Sûriyê bi tevahî alîkariya gelê Efrînê bikin û her kes li gorî derfetên xwe alîkariyê bide. Her wiha Cûma bang li rêxistinên mirovahî û navdewletî kir ku dest bidin gelê Efrînê û alîkariya wan bikin.

(bx)

ANHA