Bi pêşengtiya jinan li Afganîstanê meşa li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê

Azadîxwazên Afganî çawa xwedî li Kobanê derketin îro jî bi çalakiyên xwe xwedî li Efrînê derdikevin û di pêşengiya jinan de bi dirûşma ‘Efrîn ne bi tenê ye’ li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan.

Bi pêşengtiya jinan li Afganîstanê meşa li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê
Bi pêşengtiya jinan li Afganîstanê meşa li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê
Bi pêşengtiya jinan li Afganîstanê meşa li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê
Bi pêşengtiya jinan li Afganîstanê meşa li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê
Bi pêşengtiya jinan li Afganîstanê meşa li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê
25 adar, 2018   08:05

NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytext Afganîstanê Kabîlê azadîxwazên Afganî bi dirûşma, ‘Efrîn ne bi tenê ye’ û Efrîn wê ji dewleta Tirk re bibe goristan’ bi pêşengiya jinan meşek lidar xistin. Duh li paytexta Afganîstanê Kabîlê di roja piştgiriya Efrînê 24’ê Adarê de meşek hate lidarxistin.

Piraniya çalakvan ku ji jinan pêk dihat zêdetir îşaret bi berxwedana jinên Kurd û dayîkên Kurd ya li dijî zilma dewleta Tirk hatiye kirin.

Di çalakiya ji aliyê Platforma Piştgiriyê ya bi Efrînê re hatî organîzekirin de, axaftin hatin kirin diyarkirin ku Newroz nîşana hatina biharê ye, lê ji ber êrîşan welatî nekarîn Newrozê li gorî wateya wê pîroz bike.

Piştre berdevka Platforma Piştgiriyê ya bi Efrînê re Selay Xefar axivî û diyar kir ku dîroka gelê Kurd dîroka berxwedan û têkoşînê ye. Xefar êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û bal kişan ser têkoşîna jina Kurd.

Xefar bibîr xist ku berxwedana gerîlayên Kurd, jinên gerîla wê dîroka gelê Kurd binivîse û berxwedana Avesta Xabûr, Sakîne Cansiz, Leyla Qasim û Arîn Mîrkan berxwedana gelê Kurd nivîsandin.

Girseya ku wêneyên kesên di êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bibûn hildabûn, her wiha wêneyên gelê berxwedêr yê Efrînê û şervanên YPJ’ê hildabûn. Bi Fransî û Îngilîzî dirûşmên “Hovîtiya hikûmeta Erdogan a faşîst sûcê şer e”, ‘Neteweyek dayîkên wiha qehreman hebe, qet têk naçe” û “Efrîn ne bi tenê ye” qîr kirin û dowîz hildan.

 Hêjayî bibîxistinêye ku di dema êrîşên DAIŞ yên bi piştgiriya dewleta Tirk li ser bajarê Kobanê çêbû dîsa gelê azadîxwaz bi çalakiyên xwe yên cûr be cûr xwedî li berxwedanê derketibûn û piştgiriyeke xurt dabûn berxwedana gelê Kurd û jinan.

(kc)