Dewleta Tirk ziyanê li cotkarên Tebqayê dike

Dewleta Tirk ava Firatê ku derbasî Sûriyê dibe kêm kiriye. Vê yekê bandoreke neynî li cotkarên herêma Tebqayê kiriye.

Dewleta Tirk ziyanê li cotkarên Tebqayê dike
Dewleta Tirk ziyanê li cotkarên Tebqayê dike
Dewleta Tirk ziyanê li cotkarên Tebqayê dike
Dewleta Tirk ziyanê li cotkarên Tebqayê dike
Dewleta Tirk ziyanê li cotkarên Tebqayê dike
25 adar, 2018   07:54

TEBQA- Çeteyên DAIŞ'ê navneda belavkirina ava Çemê Firatê ya Siwêdiyê ku cotkaran pê zeviyên xwe diçandin xira kirin. Piştî rizgarkirina herêmê navend hate temîrkirin. cotkarên herêm careke din hezar û 150 hiktar zevî çandin. Cotkaran herî zêde nîsk û berhemên din wekî kenim û cûreyên din jî çandin.

Navenda Siwêdiyê avê rojane 12 saetan li cotkaran belav dike. Rojane saet 00.00'an û heta 12.00'an dide cotkaran. Ev yek bû sedema ku av kêm bibe. Ji ber ku dewleta Tirk av ji ser çam pir kêm kiriye. Di encama wê de avê êdî nema dighêje beşê bakur ê pirojeyê, ku derdora 25 kîlomtreyan dûrî navenda Siwêdiyê ye.

Rêveberiya navenda Siwêdiyê ji ber kêmbûna avê neçar ma ku saetên xebitandina navendê kêm bikin, ji ber ku dewleta Tirk av qut kiriye û ev bûye sedem ku asta avê pir kêm bibe.

Cotkarê bi navê Mihemed El-Bedah yê ji herêma Tebqayê diyar kir ku berhema sereke ku cotkarên herêmê diçîn in genim ê tere û ev tişt anî ziman: "Lê ji ber navend xira bibû çandiniya genim dereneg ket. Niha jî kêmbûna avê bandore li zeviyên me dike. "

Cotkarê bi navê Xezal El-Mûsa û Ehemed El-Salim jî destnîşan kirin ku kêmbûna avê dibe sedema ku ziyanek mezin di zeviyên an de çêbibe.

Cotkaran di dema ku dewleta Tirk a av qut kiriye şermezar kirin, spasiya mudîriyeta çandiniyê ya girêdayî Rêveberiya Demokratîk a Sivîl a Tebqayê ku carek din navend temîr kiriye, kirin.

(dc)

ANHA