Di bomebebarana li ser Xûtayê de 38 kes hatin kuştin

Ji ber êrîşên hawayî yên Rêjîma Sûriyê û Rûsya li ser Xûtayê 38 kes hatin kuştin.

Di bomebebarana li ser Xûtayê de 38 kes hatin kuştin
23 adar, 2018   11:23

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku balafirên şer duh bi şev 40 êrîş li ser bajarên Zemelka yê başûrê rojavayê Xûtaya Rojhilat, Erbîn, Eyn Termê û Hezayê pêk anîn.

Hate ragihandin ku li derdora Erbîn, Heza û Eyn Tirmê di navbera hêzên rêjîmê li aliyekî û çeteyên bi navê Heyet Tehrîr El-Şam û Feyleq El-Şam li aliyekî din şer rû dide. Di heman demê de li heman herêmê topbaran dewam dike.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, di bomebebarana li ser Dûma, Zemelka, Eyn Tirma û Erbîn 38 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Skyenews, bi dehan sivîl li spartgehên Erbîn a Xûtaya Rojhilat ji ber êrîşên bi bombeyên Napalm a şewatê, jiyana xwe ji dest dan.

(bb)