El-Cezayir daxwaza Erdogan red kir

Hikumeta El-Cezayir daxwaza rakirina belgeya destûrdayîna serdanê ya serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan red kir. 

El-Cezayir daxwaza Erdogan red kir
23 adar, 2018   11:44

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên Rojnameyaʺ Lou John Andpendenʺ a ku bi zimanê Fransî weşanê dike û agahiyên xwe dispêre çavkaniyên diplomasî, hikumeta El-Cezayir destûr nade ku welatiyên Tirk derbasî welatê wan bibe.

Çavkaniyê diplomasî raghandin ku di demeke ku Tirkiyê bûye rêya derbasbûna hêzên radîkal ber bi Sûriyê, Iraq û Lîbiya ve, hikumeta El-Cezayir daxwaza Erdogan red kir.

Di salên dawî de, Tirkiyê bû yekem dewlet ku komên terorîst xwedî kir û balafirgehên xwe ji bo terorîstên ku diçûn Sûriyê û Iraqê vekirin.

(kc)