'Derfetên me têra koçberên Efrînê nake û rewş aloze'

Hevseroka Meclîsa Şehbayê Wefai Mustefa diyar kir ku tevî derfetên wan kêm in lê ew alav û pêwîstiyên jiyanî ji welatiyên Efrînê yên koçber re peyda dikin û wiha got: "Lê tiştên têne peydakirin, pêwîstiya welatiyan ku hejmara wan zêdeye pêk neyîne. Pêwîstiya me bi alîkariyên lezgîn heye."

'Derfetên me têra koçberên Efrînê nake û rewş aloze'
23 adar, 2018   07:20

ARŞÎN NECAR-ŞERVÎN MUSTEFA

ŞEHBA- Hevseroka Meclîsa Şehbayê Wefai Mustefa derbarê rewşa welatiyên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, ji ajansa me re axivî û got ku welatî ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk û çeteyên wê ya bê ser û ber a li ser kantona Efrînê neçarî koçberiyê bûne.

Wefai Mustefa rewşa gelê ku ji warên koç kirine, wiha vegot: "Welatî ji metirsîna pêkanîna komkujiyên mezin neçarî koçberiyê hatin kirin. Derfet û alîkariyên jiyanî jî li vir kêm in. Ji beriya hefteyekê ve welatiyên Efrînê ber bi Şehbayê ve koçber dibin. Me pêşwaziya bi hezaran welatiyên Efrînê kiriye. Meclîsa me ya Şehbayê bi hemû hêza xwe ji bo alîkariya koçberan di nava liv û tevgerê de ye. Em li gorî derfetên xwe koçberan bi cih dikin û pêwîstiyên jiyanî wekî isfinc, betanî, alavên metbexê, şêrê zarokan û medeyên tenduristiyê didin koçberan."

Wefai Mustefa di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku alîkariyên ew li koçberan belav dikin têrê nake û wiha dom kir: "Hejmarek zêde ya koçberan hatine herêmê. Alîkariyên di destê me de hene, têra koçberan nake, di heman demê de cihê ku hemû koçber li herêma Şehbayê werin bi cih kirin jî nîne. Malên hatine peydakirin jî di her malekê de çend melbat hatine bicih kirin, hîn jî bi hezaran welatî li çolê û di tirmpêlên xwe de xew dikin."

'Em ê kampekê vebikin'

Wefai Mustefa, di berdewama axaftina xwe de jî da diyarkirin ku ew niha li gundê Fafînê ya Şehbayê amadekariya vekirine kampekê dikin û wiha dom kir: "Lê ji ber ku piştgiriya derve nîne, derfetên me jî kêm in ku em kampê vebikin."

Wefai Mustefa, derbarê peydakirina ava vexwarinê û nan jî wiha dom kir: "Me hejmarek sîtêrên avê amadekirine, bi wan em avê ji welatiyan re peyda dikin. Em mazotê didin xwediyên sîtêran, beranberî karê wan ê rojane. Nan jî em ard didin firneyên li herêma Şehbayê, ew jî 24 saetan kar dikin da ku nan ji hemû welatiyan re peyda bikin. Nan jî di riya komîn û meclîsên navçeyê re bê pere li koçberan tê belavkirin."

Wefai Mustefa her wiha destnîşan kir ku ew madeyên xwarinê yên berê di depoyan de hene di riya komîn û meclîsan li welatiyên Efrînê belav dikin û wiha pê de çû: "Lê ji ber ku hejmara koçberan zêde ye, madeyên di depoyan de wextî xilas bibin."

Wefai li ser rewşa tenduristî jî wiha got: "Hemû navendên tenduristiyê yên di kantona Şehbayê de di xizmeta welatiyan de ye. 2 navendên tenduristiyê li kantonê hene. Xebatkarên tenduristiyê li wir alîkariyê dikin, derman jî ji wan re tê dayîn."

Hevseroka Meclîsa Şehbayê Wefai Mustefa di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû saziyên navdewletî û Unisf, komeleyên mirovî û her wek din kir ku di zûtirîn dem de pêwîstiya welatiyên Efrînê bi alîkîkariyên lezgîn heye.

(dc)

ANHA