Şêniyên Efrînê li benda rizgarkirina kantona xwe ne

Berxwedana Serdemê ket qonaxeke nû û bi hemû hêza xwe dewam dike. Şêniyên Efrînê yên niha li koçberiyê jiyan dikin di wê baweriyê de ne ku ew ê vegerin warê xwe û wê herêmên wan ji çeteyan were rizgarkirin.

Şêniyên Efrînê li benda rizgarkirina kantona xwe ne
Şêniyên Efrînê li benda rizgarkirina kantona xwe ne
Şêniyên Efrînê li benda rizgarkirina kantona xwe ne
Şêniyên Efrînê li benda rizgarkirina kantona xwe ne
Şêniyên Efrînê li benda rizgarkirina kantona xwe ne
Şêniyên Efrînê li benda rizgarkirina kantona xwe ne
Şêniyên Efrînê li benda rizgarkirina kantona xwe ne
Şêniyên Efrînê li benda rizgarkirina kantona xwe ne
Şêniyên Efrînê li benda rizgarkirina kantona xwe ne
Şêniyên Efrînê li benda rizgarkirina kantona xwe ne
23 adar, 2018   06:25

ŞEHBA- Şênyên kantona Efrînê yên ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên ji metirsîna komkujiyan neçar man ku bajarê xwe terik bikin, niha di rewşa jiyanî ya zehmet de jiyan dikin û li bendê ne bajarê wan rizgar bibe  û vegerin warê xwe.

Şêniyên Efrînê yên koçber malên xwe gundên xwe û hemû tiştên xwe hiştin û koçber bûn. Artêşa Tirk û çeteyên wê mal û milkên wan talan kirin.

Zêdeyî 300 hezar welatiyên koçber niha li kantona Şehbayê ne. Welatî di wê baweriyê de ne ku ew ê vegerin warê xwe û wê herêmên wan ji çeteyan were rizgarkirin. Welatî niha di dibsitanan, mizgefet û malên ruxayî ku sala derbasbûyî ji ber balafirên Artêşa Tirk û çeteyên wê hatin topbarankirin  ziyan dîtin de jiyan dikin.

Welatî zehmetiyên jiyana koçberiyê û kêmbûna alavên jiyanî û dermanan tehemûl dikin li bendê ne ku di zûtirîn dem de şervanên YPG, YPJ kantona Efrînê rizgar bikin û vegerin warê xwe. Dema şervan çalakiyan li dijî çeteyan û Artêşa Tirk pêk tîn in, israr welatiyan a vegerê hîn zêdetir dibe.

 Dayîka bi navê Meryem ya ji gundê Termişa ya navçeya mabata 60 saliye dibêje ku ew beriya hefteyekê ji Efrînê   tevlî zarokên xwe û neviyên xwe ber bi gundên Aqîbê yê navçeya Şêrawa ve koçber bûn û got ku ji ber li wir hejmara gel zêde bû wan berê xwe da bajaroka Ihris a kantona Şehbayê.

Dayîk Merye, wekî hemû Efrîniyan ji ber bombebaran û êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê berê  hemû tiştên xwe li pey xwe hiştin û koçber bûn. Di koçberiyê de jî bi malbatên din ên Efrînê re hemû pêdiviyên malbatê par ve dikin.

Malbata Dayîk Meryem tevlî dehan malbatên din li dibistana bajaroka Ihris ku ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê hatiye ruxandin. Dibistan sala derbasbûyî hate bombebarankirin. Malbatên Efrînê alav û pêdivî li gorî karîbûn bi xwe re anîn e, lê têra wan nake.

Dayîk Meryem derbarê rewşa koçberiyê ji ajansa me re axivî û got ku ew hêvî dikin di zûtirîn dem de vegerin gundê xwe û daxwaz kir ku gundê wan zû ji çeteyan were paqijkirin.

Li benda alîkariyan e

Welatiyên koçber û bi taybet ên nexweş li benda alîkariya ne. ji ber ku noqetyên tenduristiyê li wir nîn e û derman kêm e rewşa koçberan zehmet dibe.  Jina koçber a bi navê Wehîda Ebdo ya ji gundê Cobana ya navçeya Raco derbarê rewşa xwe de wiha got: "Em zêdeyî 40 kesî li vir jiyan dikin. Bavê min nexweşe û pêwîstiya wî bi dermanan heye. "

Li bendê ne warê warê wan were rizgarkirin

Di dilê her zarok û jinekê de hêviya vegerê zindiye. Dixwazin di zûtirîn dem de bajarê Efrînê û gundê wê ji çeteyan were rizgarkirin û vegerin warê xwe. Dibêjin ku wê şervanên YPG û YPJ herêmên wwan rizgar bikin û ew ê vegerin.

Dayîka bi navê Zekiya Mustefa Murad a ji gundê Qoda ya Raco çend caran bi hêviyeke mezin got ku baweriya wan bi zarên wan şervanên YPG, YPJ heye ku wê Efrîn rizgar bikin û ew ê vegerin warê xwe.

Rapor: Şervîn Mustefa

Dîmen: Arşîn Necar

)dc)

ANHA