Meclîsa Fafînê alîkarî li şêniyên Efrînê belav kir

Meclîsa Navçeya Fafîn a kantona Şehbayê alîkarî li şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê xwe li navçeyê girtine, belav kir.

Meclîsa Fafînê alîkarî li şêniyên Efrînê belav kir
Meclîsa Fafînê alîkarî li şêniyên Efrînê belav kir
22 adar 2018   13:34

ŞEHBA – Meclîsa Navçeya Fafîn a kantona Şehbayê, alîkariyê mirovî ku ji nan, betanî û esfenc pêk dihat li şêniyên kantona Efrînê yên ku ji ber êrîşên leşker û çeteyên dewleta Tirk xwe spartina navçeyê belav kir.

Meclîsê bi riya komînên navçeyê alîkar nan li 5 hezar û 215 malbatan ku xwe li 19 gundên navçeyê girtine, belav kir. Her wiha dê livîn jî werin belavkirin.

(bb)

ANHA