Çalakiyên ciwanên Reqayê di roja 5`an de dewam dike

Çalakiyên ciwanên Reqayê ya piştgiriya bi berxwedana Efrînê di roja 5`an de dewam dike.

Çalakiyên ciwanên Reqayê di roja 5`an de dewam dike
22 adar, 2018   13:55

REQA – Çalakiya Ciwanên Reqayê ku bi armanca piştgiriya bi berxwedana Efrînê re bi dirûşmeya "Qada serkeftinê Efrînê biser dikeve û dê biser bikeve" di roja xwe ya 5‘emîn de dewam dike.

Endamên sazî, rêxistin û partî û şêniyên herêmê berê xwe dane konê çalakiyê.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Jinên Reqayê Fatima El-Hisên axivî û komkujiyên Erdogan li dijî sivîlên Efrînê şermezar kir, her wiha berxwedana gelê Efrînê silav kir.

Fatima El-Hisên got,"Efrîn wê ji Erdogan û çeteyên wî re bibe goristan. Em ê piştgiriya xwe bi şervanên QSD‘ê yên li eniyên pêş ên berxwedanê dewam bikin."

Di çalakiyê de her wiha, bi navê Buroya Têkiliyên Leşkerî yên QSD‘ê û Şaredariya Gel axaftin hatin kirin. Di axaftinan de, piştgirî bi berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî dewleta Tirk re hate silavkirin.

Çalakiyên konê piştgiriyê dê heta 25‘ê Adarê dewam bike.

(bb)

ANHA