Çalagerên girava birçîbûnê pîlanên guhertina demografiya Efrînê şermezar dikin

Çalakgerên girava birçîbûnê yên herêma Tebqayê bêdengiya navdewletî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar kirin.

Çalagerên girava birçîbûnê pîlanên guhertina demografiya Efrînê şermezar dikin
22 adar 2018   13:25

TEBQA- Li herêma Tebqayê beriya çend rojan, bi mebesta şermezarkirina bêdengiya raya giştî ya li hemberî kiryarên leşker û çeteyên dewleta Tirk li Efrînê çalakiya girava birçîbûnê hatibû destpêkirin.

Çalakgera bi navê Zehra El-Mihemd nerazîbûn nîşanî talakirin û dizîkirina milkên welatiyên Efrînê ji aliyê leşker û çeteyên Tirkiyê da û got ew li pişta gelê Efrînê ne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 20‘ê Çileyê ve êrîş Efrînê dikin, di êrîşan de her cûre çekên giran têne bi karanî. Di encamê de bi sedan sivîl birîndar û şehîd bûn, her wiha mal û milkên sivîlan talan dike.

Li hemberî komkujiyan, civaka navdewletî bê deng e.

Silêman El-Silêman jî got, "Dagirkeriya Tirkiyê û DAIŞ‘ê rûyek in."

Delal El-Hisên destnîşan kir ku şêniyên Tebqayê "siyasetên dijmihanî" û guhertina demografiya herêmê bi tu awayî qebûl nakin.

Çalakeran, pîlanên koçberkirin û guhertina demografiya herêmê şermezar kirin.

 (bb)

ANHA