‘Pêwîste Konseya Ewlekariyê zextê li Tirkiyê bike ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne’

Yekîtiya Parêzeran û Rêxistina Mafên Mirovan ên herêma Cizîrê bang li civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê kirin ku erka xwe pêk bînin û zextê li dewleta Tirk bike da ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

‘Pêwîste Konseya Ewlekariyê zextê li Tirkiyê bike ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne’
22 adar, 2018   13:03

NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Parêzeran û Rêxistina Mafê Mirovan ên Herêma Cizîrê derbarê zêdegaviya Tirkiyê di xaka Bakurê Sûriyê de daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zêdegaviyên Tirkiyê yên di xaka Bakurê Sûriyê, bandora xwe ya neyinî li ser parçeyekê ji Efrînê sînordar nîn e, lê bandoreke xwe li ser demografiya herêmeke Kurdî û kêmnetewên Bakurê Sûriyê jî dike. Ev pîlan bi girêdayî polîtîkeyên Osmaniyan  ku dixwaze seraserî cîhanê dagir bike û çandan gelan ji holê rake ve girêdayî.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kiryarên Tirkiyê yên li dijî mirovahiyê, zêdetir dibe û rengên cûda digirin û wiha hate domandin "Destdirêjiya dewleta Tirk li dijî gelên Bakurê Sûriyê, her ku diçe zêdetir dibe, mînakên vê yekê zêdegaviyên wê li ser Dêrik, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê Dirbêsiyê,Serêkaniyê, Til Helef, Silûk, Girê Spî, Kobanê, Şehbayê. Her wiha bejahî û hawaî jî sivîlan hedef digire, mal û milkên wan û saziyên xizmetguzariyê dirûxînin."

Yekîtiya Parêzeran û Rêxistina Mafê Mirovan bang li civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê kirin ku erak xwe pêk bînin û dewleta Tirkiyê neçar bikin bila ji Sûriyê vekişe, her wiha Hêzên Parastina Aşîtî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî li ser sînorê Bakurê Sûriyê bi cih bikin û li sersasnî Bakurê Sûriyê qedexeya balafirina feriz bike.

(bb)

ANHA