Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan
22 adar 2018   10:57

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Rezan Sarıca, Cengiz Çiçek û Fuat Çoşacak, ji bo karibin roja Înê muwekîlê xwe bibînin, cara 740'î serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi bahaneyên "rewşa nebaş a hewayê", "keştî xerabe ye", "keştî tê tamîrkirin" û "Rewşa Awarte" nikarin muwekîlê xwe bibînin.