YPJ: Hevala me Ahîn Mehmud şehîd nebûye

YPJ`ê got ku şervana wan a bi navê Ahîn Mehmud (Arîn Mîrkan) şehîd nebûye û lêborîn ji malbata Arîn û gelê Kurd re xwest.

YPJ: Hevala me Ahîn Mehmud şehîd nebûye
22 adar, 2018   09:45

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ`ê derbarê şervana xwe Arîn Mîrkan ku wekî şehîd îlan kiribû, lê paşê derket şehîd nebûye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Fermandariya YPJ`ê wiha ye:

ʺBerxwedana Serdemê kete roja 62`emîn. Berxwedana Serdemê bi qonaxa duyemîn re, bi rihê Newrozê û heqîqeta şehîdên me yên lehengî û egîdî afirandine berdewam dike. Şerê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, DAIŞ û El-Nusrayê bi şêwaz û rêbazê şerê gerîla bê navber didome. Ji bo em heqîqeta şehîdên Berxwedana Serdemê û tevahî şehîdên şoreşa Bakûrê Sûrî bighînin jiyanek azad û wekhev wê tekoşîna me li hemberî dagirkeriyê bê teredût berdewam bike.

Me beriya niha ango di dîroka 18.02.2018’an şehadeta rêheval Arîn Mîrkan bi navê din Ahîn Mehmûd ya ku di eniya şerê li navçeya Raco de cih girtibû ji raya giştî re ragihandibû. lê hevala me Arîn Mîrkan şehîd nebûye. Ji ber şert û mercên şer yên giran demek dirêj têkiliya me bi heval re qut bûbû û li ser wê bingehê me şehadeta heval ji raya giştî û malbetê re ragihandibû. Lê piştî demekî dirêj di ser îlana heval re derbas bû derket ku heval şehîd nebûye. Heval Arîn niha di nav yekîneyên me de kar, xebat û tekoşîna xwe berdewam dike. Em ji ber vê rewşê lêborîna xwe ji malbeta heval Arîn Mîrkan û gelê xwe re dixwezin.

Em carekî din dibêjin tekoşîna me wê li hemberî hêzên welatê me dagir dikin û êrîşî şoreşa gelan dikin wê berdewam bike û heya misogeriya jiyana azad û wekhev ava bibe em ê şerê parastina gelê xwe bikin.

Nasnav : Arîn Mîrkan

Nav û paşnav : Ahîn Mehmud

Nave dayîkê:  Ferîde

Nave bav: mihemed

Cîh û dîroka dayîkbunê:  Kobenê.

(kc)