Şaredariya Tebqayê kenalizyona bajar temîr dike

Şaredariya Gel a Tebqayê xebatên temîrkirina kenalizyonê ya nava bajar didomîne.

Şaredariya Tebqayê kenalizyona bajar temîr dike
22 adar, 2018   08:53

TEBQA- Werşeyên taybet ên Şaredariya Gel a Tebqayê xebatên xwe ya temîrkirina xetên kenalizyonê ya bajarê Tebqayê didomîne. Boriyên kevin dide guhertin.

Pirojeya temîrkirina xetên kenalizyonê di meha derbasbûyî de hate destpêkirin. Xebat li beşê gund ê bajar, her wiha kolana Fayîz Mensûr, kolana Sînayî û Sûka Ferûcan pêk tê.

Tê payîn ku xebatên temîrkirinê xetan piştî demeke din bi dawî bibe.

Derabrê mijarê de hîn hin taxên Tebqayê wekî taxa Ewel û Salis hîn pirsgirêka kenalizyonê ne hatiye çareserkirin. Tê gotin ku heger kenalizyon ne hate temîrkirin dê bi hatina demsala havînê re bibe sedema belavbûna nexweşiyan.

(dc)

ANHA