Newroza biratiya gelan peyama serkeftina Berxwedana Serdemê da -Çavdêrî

Duh careke din hemû pêkhateyên herêma FiratêʺKurd, Ereb, Turkmen, Çerkesʺ li Çiyayê Miştenûrê bi hêrsa dijî dagirkeran gihîştin hev û Newroza 2018`an bi tekezkirina serkeftina Berxwedana Serdemê ya Efrînê pîroz kirin.

Newroza biratiya gelan peyama serkeftina Berxwedana Serdemê da -Çavdêrî
Newroza biratiya gelan peyama serkeftina Berxwedana Serdemê da -Çavdêrî
Newroza biratiya gelan peyama serkeftina Berxwedana Serdemê da -Çavdêrî
Newroza biratiya gelan peyama serkeftina Berxwedana Serdemê da -Çavdêrî
Newroza biratiya gelan peyama serkeftina Berxwedana Serdemê da -Çavdêrî
22 adar, 2018   09:31

CUMA MIHEMED

KOBANÊ – Duh li hemû bajarên Kurdistanê (Rojava, Bakur, Başûr, Rojhilat) û cîhanê bi giyanê Berxwedana Serdemê ya Efrînê Cejna Newrozê hate pîrozkirin.

Li warê Berxwedana Sedsalê ango Kobanê, duh bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê(kantonên Kobanê û Girê Spî) û şêniyên Minbic û Reqayê li ser Çiyayê Miştenûrê(Cihê ku Arîn Mîrkan li hemberî hovîtiya DAIŞ`ê çalakiya fedayî pêk anî) ku li başûr-rojhilatê bajarê Kobanê dikeve, Newroza xwe pîroz kirin. Jiyan ku li hemû bajar û gundên herêma Firatê, Minbic û Reqayê hatibû rawestandin, li ser Miştenûra Arînê jiyan zindî bibû.

Di demeke ku gelên Bakurê Sûriyê gihîştin  pêvajoyeke hesas û hevgirtin ji her kesî tê xwestin da ku doz û şoreşa xwe bi awayekî serkeftî bighêjînin encamê, Newroza  îsal bi dirûşmeyaʺBi ruhê Newrozê em Berxwedanê bilind bikin, li Efrînê biserkevinʺ hate pîrozkirin.

Bi vê bîr û baweriyê, tevî şandeyên ji rûsipiyên Kurd û Ereb, siyasetmedar û rayedar ji Minbicê, Girê Spî, Reqa û Kobanê li nêzî dîka Newrozê kom bûn. Her pêkhateyekê jî bi cil û çanda xwe reng dida Newrozê. Êdî her kesî digot ev ʺNewroza gelan eʺ.

Dil li Efrînê bû

Tevî ku çalakiyên Newrozê hîn nehatibûn destpêkirin, lê bi hezaran ji pêkhateyan li ser Miştenûrê gihîştin hev. Çavên wan li destpêkirina Newrozê bû, lê dilê wan ji bo Efrînê û gelê wê lê dide.

Gelan: Em li vir in

Win çima li vir in?, ev pirs da ku nîqaş di navbera me û wan de çêbibe, me ji gel dikir. Gelan  wiha bersiv dideʺEm li vir in da ku em pîlanên dagirkeriya Tirk têk bibin. Ew dixwazin me qir bikin, lê em ji wan re dibêjin em li vir in. Dagirkeran peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê rûxandin, ji xwe armanca wan ew ku her tiştê ku nûneriya berxwedana gelan dike, ji kok de rabikin, lê bihatina me li Newrozê û hêrsa me li dijî dagirkeran, pîlanên dijmin û dagirkeran têk birin.ʺ

Destana Kawayê Hesinkar û roja îro…

Kawayê Hesinkar li dijî zulmê şoreşa xwe ragihand û gelên derdorê jî pêre bûn hevkar û împeratoriya Dehaq têk birin û ew tarîtiya wê demê bi roniya agirê 21`ê Adarê rakirin. Ji wê rojê heta niha bi pêşengtiya gelê Kurd hemû gelên Mezepotamiya roja 21`ê Adarê wekî roja nû û azadiyê bi nav dikin. Kombûn û hevgirtina gelan careke din li hemberî dehaqê serdemê Erdogan, careke din îsbat dibe ku ruhê Newrozê yê berxwedanê hîna di nava gelan de zindî ye.

Saet hîn nebibû 11, lê hêdî hêdî roj germ dibû, pê re dilê gelan jî bi vêxistina agir germ bû. Paşê, rayedar derketin ser dîka Newrozê û tekez kirin ku Newroz ku wekî sala nû tê naskirin, ew ê bibe destpêka dawiyê dagirkeriya Tirk.

‘Pêşeroja azad a Sûriyê wê ji  Bakurê Sûriyê were destpêkirin’

Her wiha di axaftinan de, hate gotin ku projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê wê biserkeve û wê bibe yek ji mînakên li herêmê. Axaftivanan bal kişand ser pêşeroja Sûriyê û dane zanîn ku pêşeroja azad a Sûriyê wê ji  Bakurê Sûriyê were destpêkirin.

Ev peyamên rayedarên Minbic, Kobanê, Reqa û Girê Spî ku bi zimanên kurdî û erebî gotin. Taployekî wiha ji Newrozê derket ku Newroza Kobanê cihê hevgirtina hemû gelên Bakurê Sûriyê ye.

Di berdewamiya çalakiyên Newrozê de, koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya  Baqî Xido derbarê dizî û talaniya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên  wê li Efrînê dikirin, herwiha berxwedaniya gelê Efrînê û şervanên QSD`ê li hemberî wan, şanoyek pêşkeş kirin. Gel jî bi awayekî baldar li şanoyê temaşe dikir û bi şanoyê re bû yek.

Ji bo Efrînê îsal komên dîlanê derneketin ser dîkê, lê li aliyê rojhilat ê dîkê pêşengeha wêneyên zarokên Efrînê yên ku di encama êrîşên artêşa Erdogan û çeteyên wê şehîd  bibûn, hate pêşandan. Zarokên ku li wêneyên zarokên Efrînê temaşe dikirin, li ser rûyê wan nîşaneyên êş û xemgînî diyar dibûn.

Piştî sê saestan ji destpêkirina Newrozê, komîteya amadekar bi dawîbûna Newrozê raghand. Lê gelan bi baweriya ku berxwedan hîn bi dawî nebûye û roj bi roj geştir dibe û pêwîste hevgirtin zêde bibe, ji qada Newrozê derketin.

(kc)

ANHA