Zarokên Tebqayê bi rêbaza xwe Berxwedana Serdemê silav kirin

Xwedîderketina li berxwedana Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê didome.  Zarokên herêma Tebayê bi risimên xwe Berxwedana Serdemê silav kirin.

Zarokên Tebqayê bi rêbaza xwe Berxwedana Serdemê silav kirin
Zarokên Tebqayê bi rêbaza xwe Berxwedana Serdemê silav kirin
Zarokên Tebqayê bi rêbaza xwe Berxwedana Serdemê silav kirin
Zarokên Tebqayê bi rêbaza xwe Berxwedana Serdemê silav kirin
Zarokên Tebqayê bi rêbaza xwe Berxwedana Serdemê silav kirin
22 adar, 2018   08:08

TEBQA- Zarokên herêma Tebqayê piştgiriya xwe ya bi berxwedana Efrînê re anîn ziman û Berxwedana Serdemê bi resimên xwe silav kirin.

Dibistana Yûsif El-Ezema ya  li bajarê Tebqayê pêşengehek karê destan ku çanda herêma Firatê nîşan dide vekirin. Pêşengeh di bin rêveberiya Komîteya perwerdeyê ya Rêveberiya Demokratîk a Sivîl a Tebqayê hate vekirin.

Komeke xwendekaran resmên ku balê dikşîn in ser Berxwedana Serdemê pêşkêş kirin, her wiha hin karên destan jî hatin pêşandan.

Armanca pêşengehê ew bû ku asta berhememendiya zarokan û hêza wan a pêşxistina çandê nîşan da, her wiha rêveberiya pêşengehê destnîşan kir kirin ku armanceke wan a din jî ew e ku pskolojiya zarokan ji rewşa şer xilas bibe.

Xwendekarên zarok di pêşengehê de hin helbest û stranên ku  Berxwedana Serdemê silav dikirin anîn ziman.

Dibistana Yûsif El-Ezma ya asta seretayyî û niha hezar û 400 xwendekar lê têne perwedekirin.

(dc)

ANHA