Şaredariya Dêrikê alîkarî ji bo şêniyên Efrînê yên li Şehbayê rê kir

Şaredariya Dêrikê alîkarî ji bo şêniyên Efrînê yên li Şehbayê rê kir
20 adar, 2018   11:24

QAMIŞLO – Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê 4 kamiyonên alîkariyê ku ji aliyê şêniyên herêma Dêrikê ve hatin komkirin, ber bi herêmênê Şehbayê ve rê kirin.

Şaredariya Gel û bi hevkariya meclîs û komînên bajarê Dêrikê li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk beriya 3`ê rojan dest bi komkirina alîkariyan ji bo Efrînê kir.

Şaredariya Gel îro 4 kamiyonên alîkariyên mirovhî ber bi herêmên Şehbayê ya ku gelê Efrînê xwe li wê derê bi cîh kirin, rê kir.

Rêveberên şaredariyê tekez kirin ku hemleya komkirina alîkariya ji bo Efrînê berdewam e û bang li şêniyan kirin ku alîkariya gelê Efrînê bikin.

(bx)

ANHA