KCD`ê peyama Newrozê da

KCD`ê peyama Newrozê da
20 adar 2018   11:23

NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  derbarê Newroza 2018`an peyam da.

Peyama KCD`ê wiha ye:

ʺGelê me yê rêzdar, gelên nirxdar ên Rojhilata Navîn û hemû mirovên pêşketî Newroza we pîroz be!

Gelê me yê nirxdar; wekî her demê Newroza 2018’an jî di rewş û pêvajoyeke bi hemû dijwariya zilm, hovîtî, wêramkirin û talankariya li ser me tê meşandin û di heman demê de di şexsê Efrînê bi Berxwedana Serdemê pêşwazî dikin.

Hêzên navneteweyî û hêzên mêtinger û herêmî dest dane hev û bi hev re êrîşî hemû destkeftî û nirxên herçar parçeyên Kurdistanê dikin. Ji bo gelê me li ser xaka xwe nebe xwedî statu êrîşî hebûna me dikin. Dixwazin gelê me di vê sedsalê de jî mehkûmî tarîtiyê bikin.

Plana ku van hêzên bi hev re amadekirin duh li Kerkukê îro li Efrînê xistine meriyetê. Wan li Rojhilata Navîn çeteyên DAIŞ û yên mîna wê dane kêleka xwe û bi awayekî hovane êrîşê ser gelê me dikin.

Ew rasterast êrîşî hebûna me dikin û vê yekê bi awayekî topyekûn li hemû qadên jiyanê xistine meriyetê.  Operasyonên leşkerî û siyasî yên ji bo qirkirinê pêk tînin, li hemû qadên Bakur belav kirine. Ev êrîşên bi armanca tunekirinê pêk tînin bi awayekî topyekûn li hemberî hemû dînamîk û avahiyên rêxistinî yên gel xistine meriyetê. Bi vê armancê di serî de parlamenter û hevşaredar bi hezaran siyasetmedarên kurd binçav kirin û avêtine zindanê.

Lê belê gelê me,  dostên wê û dijmin jî baş zanîn ku; gelê me tu caran dest ev têkoşîna pîroz û lehengî ya di rêya azadiyê de dimeşîne ber nade. Kerkûkê jî, Efrîn jî hemû xaka qedîm a Kurdistanê bi berxwedana hevpar a gelên Rojhilata Navîn re rizgar bike. Dê bajarên li Rojhilata Navîn bibin mînakên aştî, biratî, demokrasî û jiyana hevpar û wê wekî heta domandiya wê ji niha şûnde jî didomînin.

Gelê me yê nirxdar; tişta ku vê têkoşîn û berxwedan qedîm bigihîne serkeftinê, bêguman divê hemû partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, rêxistinên civakên sivîl, rihspî, eşîr û hemû şexsiyetên welatparêz di bin sîwana yekitiya neteweyî bên cem hev.

Dagirkeriya li Kerkuk û Efrînê careke din bi dijwarî nîşandaye ku; bêyî dem bêwendankirin û bi lezginî yekitiya neteweyî têxin rojeva xwe. Ev yek weki peywirê berpirsyariyekê ketiye ser milên me.

Bêguman hêza siyasiya gelê me ya ku Yekitiya Neteweyî ava bike, bi pêşeng û gelên Rojhilata Navîn re yekitiyeke xurt ava bike. Wê gavê sîstemeke demokratîk a ku hemû gelên di nava aştî û biratiyê de bijîn dê were avakirin.

Hêvî û bendewariya bingehîn a gelê me, hemû bîr û baweriyên Rojhilata Navîn û hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî ev e. Ev pêvajoya bi êş a ku em tê de derbas dibin, di heman demê derfetên dîrokî jî di nava xwe de dihewîne. Di rastiya ku ev sedsal dê bike sedsala gelê me de divê em van derfetan baş binirxînin.

Cejna Newroza 2018'an a ku em di pêvajoyeke wisa biêş û dîrokî pêşwazî dikin de, wekî herdemê bi ruhê Kawayê Hemdem Mazluman, bi coş û baweriya azadiyê pêşwazî dikin.

Agirê berxwedanê ya ku Kawayê Hemdem Mazluman pêxistiye dê tu caran venemire, bêhtir gur bibe û li erdîngariya Kurdistan û Rojhilata Navîn azadiya gelê me bi serbikeve.

Em bi van hest, bawerî, ruhê berxwedanê û coşê Cejna Newrozê li gelê me, gelên Navîn û mirovên pêşketî pîroz dikin. Bang li gelê xwe dikin ku ji bo xwedî li Berxwedana Efrînê derkevin û bi wê re bibin yek wekî lehiyê ber bi qadên Newrozê biherikin!.ʺ

(kc)