39  termên karkerên Hindistanî li Iraqê hatin dîtin

39  termên karkerên Hindistanî li Iraqê hatin dîtin
20 adar, 2018   11:51

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karê Derve ya Hindistanê raghand ku termên 39 kesî ku ji aliyê çekdaran li Iraqî ve di sala 2014`an de hatibûn revandin, hatin dîtin.

Berdevka Wezareta Karê Derve yê Hindistanê Soşma Siwaraj tekez kir ku termên kesên ku hatine kuştin li goreke kom li Bedûş a bakur- rojvayê Musilê ya Iraqê hatin dîtin. Li gorî ku hate gotin ku termên wan rakirina navenda rêxistineke herêmî ji bo lêkolînan li ser wan werin çêkirin.

Soşma Siwaraj got ku karkerên lêkirinê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li Iraqê hatine kuştin.

Hate gotin ku 39 karkerên Hindistanî di 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê hatin revandin.

(bx)