Bi derfetên kêm karekî mezin pêk tîne

Bi derfetên kêm karekî mezin pêk tîne
19 adar 2018   06:39

TIRKÎ El-Kahit

GIRÊ SPÎ – Navenda Ceyranê ya Ên Îsa tureya ceyranê kontrol dike, ziyan û tiştên di tureya ceyranê de xira dibe temîr dike. Lê pêwîst bi temîrkirina stasyona ceyranê ya navçeyê ku ji ber şer ji xizmetê derketiye, heye.

Navenda Ceyranê ya Navçeya Ên Îsa di 1'ê Sibata sala derbasbûyî hate avakirin. Di encama xebatên xwe û li gorî imkanên kêm karîbû ceyranê bighîne navçeyê û gundên wê. Tiştê ji ber şer di tureya ceyranê de xira bibû hemû temîr kir.

Her wiha qatiên deh Ampêr ji her malekê re danîn, da ku xercikirina ceyranê wekî hev pêk were. Malên ku ev biryar binpê dikir û ceyran bi awayekî ne fermî tîne, 25 hezar lîreyên Sûryiê ceze li wan tê birîn.

Di navendê de buroya rêveberiya navendê karê wê erkdariyê û belavkirina xebatkaran,çavdêriya kar û  karkeran û pêşwazîkirina giliyên welatiyan, her wiha pîlanên kar datîne, buroya werşeya navîn karê vê buroyê jî li ser temîrkirina tureya nizim a li navçeyê û gundên wê disine, her wiha ji rewşên awerte berpirsyare û pêşwziya welatiyan kike. Buroya Darayî û Cîbayê, berhemên ceyranê kom dike.

Rêveberê Navenda Ceyranê ya Ên Îsa Hisên El-Xemîs derbarê xebatên navendê de diya rkir ku Stasyona Ên Îsa ya ceyranê niha ji xizmetê derketiye û ev tişt anî ziman: "Stasyon niha ji xizmetê derketiye, lê ceyran dighêje hemû navçeyê û gundên wê yên rojava, ceyran ji stasyona Sirên û gundên wê û Girê Spî tê naveyê. Pirstirêka ceyranê ya herêmê bê temîrkirina stasyonê wê çareser nebe."

Xelîl her wiha da zanîn ku navenda wan gelek zehmetiyan di kêmbûna ava û pêwîsteyan de dikşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Herêma me ya kar berfirehe, lê derfetên me kême, alav nîn. Lawazbûna ceyranê li Ên Îsa jî ji ber ku Stasyona dabeşkirina ceyranê ya Sirînê dûre û kêmbûna stasyonên li navçeyê ye."

(dc)

ANHA