Gelê Til Berek: Êrîşên li ser Efrînê tevahî gelên Bakurê Sûriyê hedef digirin

Bi sedan gelê Navçeya Til Berek a Kantona Qamişlo êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Kantona Efrînê şermezar kirin û dane zanîn ku ev êrîş li dijî hemû gelên Bakurê Sûriyê ne.

Gelê Til Berek: Êrîşên li ser Efrînê tevahî gelên Bakurê Sûriyê hedef digirin
Gelê Til Berek: Êrîşên li ser Efrînê tevahî gelên Bakurê Sûriyê hedef digirin
Gelê Til Berek: Êrîşên li ser Efrînê tevahî gelên Bakurê Sûriyê hedef digirin
Gelê Til Berek: Êrîşên li ser Efrînê tevahî gelên Bakurê Sûriyê hedef digirin
18 adar 2018   17:02

QAMIŞLO - Bi sedan gelê Navçeya Til Berek a Kantona Qamişlo êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Kantona Efrînê şermezar kirin û dane zanîn ku ev êrîş li dijî hemû gelên Bakurê Sûriyê ne.

Girseya gel bi hemû temenên xwe, li dijî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kantona Efrînê û bêdengiya civaka navneteweyî, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran al, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşmeyên, "Bikeve Erdogan, bijî Rêber Ocalan", "Efrînê azad e, Erdogan derkeve" û "Bi can xwîn bi em bi te re ey Efrîn" berz kirin. Her wiha gel pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re" bilind kir.

Xwepêşandan ji pêşiya dergeha başûrê navçeyê dest pê kir û li kolanên sereke yên bajêr geriya. Gel li ba Çerxeriya Şehîdan rawestiya û deqeyekê rêz girt. Piştre bi navê TEV-DEMʹê ya navçeyê Yûsiv Keto axivî. Yûsiv di axaftina xwe de dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li ser sivîlan, şermezar kirin û wiha got, "Ev 35 sal in Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Tevgera Azadiya Kurdistanê, têk bibe. Lê Tirkiye negihîşt armanca xwe, ev tevger pêşket û li seranserî Rojava belav bû."

Keto bal kişand ser bêdengiya navneteweyî û wiha domand, "Dagirkeriya Tirk bêyî destûra Rûsyayê nikarîbû derbasî Efrînê bibe. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiryarên Erdogan, tekez dike ku civaka navneteweyî jî şirîka van komkujiyan e."

Keto da zanîn ku berî 112 salan agirê Newrozê li serê çiyayên Lîbyayê hate vêxistin, wê careke din jî li Efrînê, li serê çiyayê Kurmênc, were vêxistin.

Her wiha bi navê Şaredariya Gel a Navçeya Til Berekê Fatma Iweyid axivî. Fatma di axaftina xwe de êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û bêdengiya civaka navmnteweyî şermezar kir û wiha got, "Ev derbe ne tenê li dijî gelê Kurd e, lê belê ev derbe li dijî hemû gelên Bakurê Sûriyê ye û Projeya Federaliya Sûriyê hedef digire."

Xwepêşandan bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.

(dr)

ANHA