Salih Muslim: Wê YPG/YPJʹê li Efrînê şerê gerîla bimeşîne

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û Serokê berê yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku têkoşîna li Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye û got, “Gel ji bo ewlekariyê hate derxistin. YPG û YPJ êdî ew ê şerê gerîla bimeşîne.”

Salih Muslim: Wê YPG/YPJʹê li Efrînê şerê gerîla bimeşîne
18 adar 2018   17:22

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û Serokê berê yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku têkoşîna li Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye û got, “Gel ji bo ewlekariyê hate derxistin. YPG û YPJ êdî ew ê şerê gerîla bimeşîne.”

Serokê berê yê PYD’ê Salih Muslim têkildarî rewşa Efrînê ji ANF’ê re axivî.

Ji bo rizgarkirina sivîlan pêngavek hate kirin

Muslim diyar kir ku têkoşîn derbasî qonaxeke din bûye û got, “Îro ji bo ewlekariya wan sivîl hatin derxistin. Li Efrînê têkoşîn û şer neqediyaye. Berevajî wê têkoşîn didome. Di vir de şer û şêwaza wê guheriye.”

Şervanên YPG/YPJ’Ê li Efrînê ne

Muslim got ku, “Heta gel li wê derê bûya wê şertên têkoşîn û şerkirinê tunebûya. Ji ber ku dewleta Tirk li wê derê sivîlan dike hedef û qetlîam dikir. Li navenda Efrînê û derdora wê şervanên YPG û YPJ’ê hene û têkoşîn didome. Soza wan ji gel re heye, ew ê vê soza xwe bi cih bînin. Ew ê tu carî dev ji Efrînê neyê berdan.”

Hedefa dewleta Tirk îmhakirina Kurdan e

Salih Muslim bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û got, “Bi vî şerî re biryara îmhakirina Kurdan hatiye wergirtin. Ji Efrînê heta Kobanê û Qamişlo û Kerkuk û Şengalê dixwazin Kurdan bikin hedef. Berê bi rêxistinên wekî DAÎŞ û El Nusrayê xwestin bikin. Piştî ku di vî warî de bi ser neketin îcar ew bi xwe dikin. Ji ber vê jî divê Kurd li her çar parçeyan hişyar bin û van planan bibînin. Heke em nebin yek û yekîtiya xwe ya neteweyî saz nekin ew ê li her dera Kurdistanê ev êrîş werin kirin. Ji ber vê jî divê Kurd werin ba hev û têbikoşin.”

Salih Muslim qala helwesta saziyên navneteweyî kir û got, “Saziyên neteweyî û dewletên cîhanê em bi tenê hiştin. Bi vê bêdengiya xwe re zemîna êrîşê dan dewleta Tirk.”