Ciwanên Dêrazorê: Efrîn û Dêrazorê yek in

Ciwanên Dêrazorê: Efrîn û Dêrazorê yek in
18 adar 2018   16:54

DÊRAZORÊ – Ciwanên Dêrazorê dane zanîn ku êrîşên dagirkeriya Tirk Ii ser Efrînê, komployeke navneteweyî ya li dijî gelên Bakurê Sûriyê ye. 

Navenda Şehîd Wail Ciwan a ciwanên Dêrazorê li bajaroka Cezrat daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komkujiyên faşîma Tirk li dijî gelê Efrînê û bêdengiya navneteweyî li hember vê yekê hatin şermezarkirin. 

Daxuyanî wiha ye:

 ʺEfrîn û Dêrazorê yek in, Erdogan nikare bi hovîtiya xwe vîna gelê me bişikîne. Em yek gelin û ti carî parçe nabin. 

Em li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk piştgiriyê didin gelê xwe yê Efrînê. Ev êrîş di encama komployeke navneteweyî de pêk hat.ʺ 

Di dawiyê de dirûşmeyên ʺBijî Berxwedana Serdemêʺ hatin berzkirin. 

(mm)

ANHA