Leyla Mustefa: Divê di zûtirîn dem de herêm ji mayînan bê paqijkirin

Leyla Mustefa: Divê di zûtirîn dem de herêm ji mayînan bê paqijkirin
18 adar 2018   16:40

GIRÊ SPÎ – Leyla Mustefa diyar kir ku li hin gundewarên Reqayê mayînên ku çeteyên DAIŞʹê çandine, hene û da zanîn ku ev yek jiyana sivîlan dixe xetereyê. 

Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê li navçeya Eyn Îsayê bi hemû rêxistinên navneteweyî yên rakirina mayînan (yên ku ji bo paqijkirina bajarê Reqayê ji mayînan hatine erkdarkirin) re civiya. Di civînê de plansaziya paqijkirina herêmên ku hê mayîn lê hene, hat nîqaşkirin. 

Di civînê de rêxistinên ʺ RISTARET ya girêdayî wezareka Karê Derve ya Amerîkî, TETROTEK a Amerîkî, MAG û HIYOMENT TRIʺ Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa, Endamê Desteya Serokatiyê ya Meclîsê Ibrahîm Ferec û Serokê beşê proje û piran a Komîteya Jinûve Avakirina Reqayê Mihemed Hesen, amade bûn.   

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nûnerên rêxistinan bal kişandin ser paqijkirina herêmên li hundirê bajar û gundewarên rojhilatê bajarê Reqayê ji mayînan. 

Leyla Mustefa jî diyar kir ku herêmên ku hê mayîn lê hene, jiyana sivîlan dixin xetereyê û ji rêxistinan xwest ku xebatên paqijkirina mayînan di zûtirîn dem de bidin meşandin. 

Rêxistinan jî xwestin ku hejmareke mezin ji gelê Reqayê bêne amadekirin û piştî perwerdeyê destek bidin xebatên rêxistinan. 

(mm)

ANHA