Ji bo Newrozê li Minbicê tedbîrên parastinê hatin girtin
MINBIC – Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, bi hevrêziya bi Trafîkê re û bi boneya Cejna Newrozê, giştînameyek weşand û tê de gulebaran û ajotina motorsîklêtan qedexe kirin.
Giştîname wiha ye:
ʺ*Gulebaran deqexe ye.
*Fetaşe (lîstokên agirîn) bi hemû cureyên xwe werin teqandin.
*Divê welatî bi çekên xwe derbasî cihên şahiyan nebin.
*Divê gel nêzî komikên nebirêxistinkirî nebe.
*Divê di nava bajar de agir nayê pêxistin.
*Divê motorsîklet, barkêş (kamyon) û sarinc bi hemû cure û qasiyên xwe, li hundirê Bajarê Minbicê negerin.
Ev biryar di 19/3/2018ʹan de dikeve meryetê û di 22/3/2018ʹan de bi dawî dibe.ʺ
(dr)
ANHA