Gelê Minbicê: Wê Efrîn li hember dagirkeriyê bi ser bikeve

Gelê Minbicê: Wê Efrîn li hember dagirkeriyê bi ser bikeve
Gelê Minbicê: Wê Efrîn li hember dagirkeriyê bi ser bikeve
18 adar 2018   16:11

MINBIC – Partiya Modernîteya Demokratîk mîtîngek ji bo piştgiriya Efrînê li dijî komkujiyên dagirkeriya Tirk li dar xist û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir. 

Partiya Modernîteya Demokratîk bang li gelê Minbicê kir ku xwedî li Berxwedana Serdemê derkeve. Di mîtîngê de bi dehan gelê Minbicê û Hevserokê Miclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê Farûq El-Maşî beşdarî amade bûn. 

Girseya gel li Qada Giştî ya navenda Bajarê Minbicê kom bûn. Beşdaran ala Partiya Modernîteya Demokratîk û pankartên, "Na ji kuştina mirovahiyê re bi bêdengiya navneteweyî û bi bahaneya şerê li dijî terorê" , "Efrîn, gel û projeya me, wê li dijî dagirkeriya Tirk a tunderew û faşîzma Esed bi ser bikeve" , "Efrîn û Xûta di dil de ne" û "Em komkujiyên li ser gelên me li Efrîn û Xûtayê şermezar dikin" hildan.

Di mîtîngê de Farûq El-Maşî derbarê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê axivî û wiha got, "Em komkujiyên qirêj ên ku dagirkeriya Tirk li ser gelê me yê Efrînê dide meşandin  û em komploya dewletên herêmî ya li ser gelê Sûriyê şermezar dikin."

El-Maşî de berdewammiya axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtina gelan û wiha anî ziman, "Em Sûrî, yek gel in û li ser yek xakê jiyan dikin. Projeya me ya biratiya gelan vê yekê piştrast dike. Her wiha me di warê birêxistinkirina jina berxwedêr de gelek gav avêtine û serkeftin bi dest xistine."

Endamê Pariya Modernîteya Demokratîk Selah Cûma jî derbarê faşîzma rêjîma Baas û Tirk de wiha axivî, "Weke çawa me ji bo nûjenî, demokrasiyê û nerxên jiyana hevbeş di nava gelê Bakurê Sûriyê li ber xwe da, em ê bi vî rengî li hemberî hovîtiya Dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin."

Selah di axaftina xwe de bang li gelê Minbicê kir ku li hemberî Tirkiyeyê bisekinin û bibin rêbendeke di riwê Tirkiye, ajan û çeteyên wê de. 

Wê berxwedana Avesta û Barîn di canê hemû jinan de geş bibe

Her wiha bi navê Jina Ciwan Resmiya El-Ibrahîm derbarê vîna gel li hemberî dagirkeran de ev tişt got, "Jiyan ne bi hejmaran dest pê kiriye û ne bi tîpan bi dawî bûye. Vîna gel ji balafir û tankên Dewleta Tirk a dagirker xurtir e. Madem ku giyanê Avesta û Barîn sax in, berxwedana wan wê di canê hemû jin û şervanên Efrînê de geş bibe û Efrîn tu carî nakeve."

Resmiya di dawiya axaftina xwe de, bal kişand ser bêdengiya rêxistinên mirovî û da zanîn ku ev rêxistin razayî, bi erkên xwe ranabin. 

Mîtîng bi dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(dr)

ANHA