Zarokên Dêrikê cejna Newrozê pîroz kirin

Zarokên Dêrikê cejna Newrozê pîroz kirin
Zarokên Dêrikê cejna Newrozê pîroz kirin
Zarokên Dêrikê cejna Newrozê pîroz kirin
Zarokên Dêrikê cejna Newrozê pîroz kirin
18 adar 2018   15:56

QAMIŞLO – Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê di bin dirûşmeya ʺZarokên agir û rojê bingeha jiyana azad inʺ cejna Newrozê pîroz kirin. 

Zarok bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre bi navê zarokên Navenda Çand û Hunerê Hîma Hacî axivî, cejna Newrozê zarokên Efrînê û tevahî zarokên cîhanê pîroz kir û wiha got, ʺEm hêvî dikin ku rewşa şer bi dawî bibe û zarokên Efrînê ji êrîşên dagirkeriya Tirk rizgar bibin.ʺ

Hîma bêdengiya navneteweyî li hember kuştina zarokên Efrînê şermezar kir.  

Piştre koma Kulîlkên Azadiyê stran gotin. Koma Dicle jî şanoyek li ser komkujiyên li dijî zarokên Efrînê pêşkêş kir. Her wiha koma Cûdî ya ciwanan jî stranên şoreşgerî gotin. 

Şahî bi dirûşmeyên ʺBijî Berxwedana Serdemêʺ bi dawî bû. 

(mm)

ANHA