Gelê Qamişlo sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwestin
![Gelê Qamişlo sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwestin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/201803/164503_qam-komie-ser-saxei-s-5.jpg)
QAMIŞLO – Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbatên du şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, meclîsên kantonê, şervanên YPG/YPJʹê serdana konê sersaxiyê yê du şervanên YPGʹê Ehmed Ehmed, Cahî Elî ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye kirin û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.
Serdana sersaxiyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa taxa Enteriyê, Aşûriyê, Bişêriyê û taxa Xerbî sersaxî ji malbatên cangoriyan re hat xwestin û soza şopandina riya cangoriyên azadiyê dan.
Şervanê YPGʹê Alan Qamişlo jî êrîşên li ser Efrînê wekî kiryarekî ne exlaqî bi nav kir û wiha got, ʺÊrîşên li ser Efrînê bi hevpeymaneke Tirkî-Rûsî pêk hat. Em soz didin ku em ê heta hinasên dawî li ber xwe bidin û axa Efrînê bernadin.ʺ
(mm)
ANHA