Bi rihê Berxwedana Serdemê Newroza 2018`an tê pêşwazîkirin
![Bi rihê Berxwedana Serdemê Newroza 2018`an tê pêşwazîkirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/201803/112750_kobane.jpg)
HÊZA HESEN – MIHEMED EHMED
KOBANÊ – Komîteya Amadekar di çarçoveya amadekaryên Neweroza 2018`an de dest bi daleqandina wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartin silavkirina Berxwedana Serdemê li kolanên bajarê Kobanê, kirin.
Komîteya Amadekar a Kantona Kobanê bi boneya nêzîkbûna Newroza 2018`an bi dirûşmeyên ʺDestekdayîna Berxwedana Serdemê û na ji dagirkeriya Tirkiyê reʺ dest bi amadekariyê Newrozê kirin.
Di vê çarçoveyê de, Endama komîteya Amadekar Hedla Hesen ji ajansa me (ANHA) re wiha axivî "Em Newroza 2018`an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên ku ji bo azadiya gelê xwe û jiyana hevbeş canê xwe feda kirin, pîroz dikin."
Têkildarî cûdahiya Newroza îsal ji salên berê Hedla Hesên got ku Newroza 2018`an wê bi rihê berxwedana şervanên ku li hemberî dagirkeriyê Tirkiyê û piştgiriya gelê Efrînê wê were pêşwazîkirin.
Her wiha şêniyên Kobanê tekez kirin ku ew ê Newroza îsal bi rihê Berxwedana Serdemê pêşwaz kirin.
Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Werda Xelîl ev tişt got"Wek ku çawa Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê re bû goristan wê Efrîn jî bibe goristana faşîzma Erdogan û çeteyên wî."
Welatiyê bi navê Mehmûd Temû jî got ku her serkeftinek Newrozeke nû ye.
Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de got ku wê Newroza îsal bi rihê Berxwedana Serdemê û piştgirya gelê Efrînê wê were pêşwazî kirin û tu kes nikare îradeya wan bişkîne.
(bx)
ANHA