‘Efrîn li pêşberî karîseteke mirovahî rû bi rû ye‘

Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê  Evîn Cûma diyar kir ku ji destpêka êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê, zêdeyî 160 jin di navbera kuştî û birîndar hene û bang li rêxistinên mirovî kir erka xwe ya li beramberî sivîlên li Efrînê bi cih bîne.

‘Efrîn li pêşberî karîseteke mirovahî rû bi rû ye‘
18 adar 2018   10:22

EHMED SEMÎR

QAMIŞLO – Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê  Evîn Cûma diyar kir ku ji destpêka êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê, zêdeyî 160 jin di navbera kuştî û birîndar hene û bang li rêxistinên mirovî kir erka xwe ya li beramberî sivîlên li Efrînê bi cih bîne.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cûma behsa rewşa mirovî li Efrînê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku gelê Efrînê bi karîsekek mirovî rû bi rû ne.

Evîn, destnîşan kir ku, êrîşên artêşa Tirk ji destpêkê xwe ve, yekser sivîl hedef girtin, avasaziyên herêmê û deverên sivîlan hedef girtin. Evîn got, "Ev kiryar li dijî pîvan û qanûnên rêxistinên mirovî û navdewletî ne."

Evîn Cûma, her wiha bal kişand ku li Efrînê rewşeke pir dijwar tê jiyîn û diyar kir ku ji ber êrîşên ku heta niha dewam dike, zêdeyî 160 hezar sivîl ji gundên xwe ber bi bajarê Efrînê ve derketin, nêzî 700 hezar sivîl ku li bajar bû jî, bê xwarin û vexwarin û cih man, her wiha 500 hezar koçber ji ber êrîşên hawayî xwe li bajêr girti bûn.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê, got "Piştî ku saziyên xizmetê wekî av, ceyran, firine, nexweşxane û dermanxane hatin topbarankirin û di encamê de ji xizmetê derketin, rewş aloztir bû. Bûyerên ku li Efrînê rû didin qirkirina gelê Kurd e."

Evîn Cûma destnîşan kir ku, artêşa Tirk a dagirker piştî sivîl ji cihên wan koçberkirin, projeyên xwe yên guhertina demografiya herêmê da destpêkirin û ev tişt anî ziman "Malbatên çeteyên DAIŞ‘ê, El-Nusra û çeteyên din li şûna wan bi cih kirin."

Evîn her wiha got ku dagirkeriya Tirkiyê armanca xwe ew e ku fitne di nava pêkhateyên Bakurê Sûriyê derxîne, bi vê yekê hemû pîvanên mirovî binpê dike.

Evîn bal kişand ku ji destpêka êrîşan ve, zêdeyî 160 jin şehîd bûn û birîndar bûn û wiha got, di du rojên dawî yên êrîşên li ser bajêr, sivîlên ku dixwazin ji Efrînê derkevin bûne hedefa balafiran.

Evîn Cûma diyar kir ku rêxistinên mirovî yên navdewletî rastiya ku li Efrînê rû dide û komujiyên ku li dijî gelê Kurd têne kirin, nas dikin, tevî vê yekê dengê xwe dernaxin û bang li saziyên peywendîdar kir derbarê rewşa li Efrînê rû dide, bêdeng nemînîn û bang li dewletên cîhanî kir ku destwerdanê bike û xeztê li Tirkiyê bike da ku komkujiyên li Efrîn rawestîne.

(bb)

ANHA