Hevbendî: Newroza 2018‘an bikin roja piştgiriya Efrînê

Hevbendî: Newroza 2018‘an bikin roja piştgiriya Efrînê
18 adar 2018   10:28

QAMIŞLO – Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bang li gelê Kurd kir ku Newroza îsal veguherînin, roja piştgiriya bi Efrînê re û got, divê hemû dewle li dijî zulma li ser gelê Efrînê dengê xwe bilind bikin.

Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, bi daxuyaniyekê bang kir ku Newroza 2018‘ê li ser esasê piştgiriyê bi Efrînê re were pêşwazîkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derve jî bi xemgînî pêşwaziya Nerwozê de dike. Herêma Keredax "Efrîn" rastî êrîşên hovane, barbar bi balafiran û çeteyên giran ji aliyê hikûmeta Tirkiyê, çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê ve tê."

Hevbendî diyar kir ku Tirkiyê komên navê "Artêşa Azad" li xwe dikin, ji her deverî kom kirine da ku li hemberî kurdên aştiyane yên Efrînê bide şer kirin û wiha dom kir " Vî gelî yek gule ne avêtiye sînorê Efrînê. Lê hikûmeta Tirk bi bihaneya parastina ewlehiya sînorê xwe, zagonên navdewletî binpê dike, ji rewşa Amerîkayê sûdê digire û hevpyeman bi Tirkiyê Rûsiya re çêdike, bi armanca dagirkirinê, êrîşî sivîl, jin û zarokên Efrînê bike. Dîmenên pir bi êş ku asta hovîtiyê derbas bike, derketine pêş."

Hevendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bal kişand ku şerê ku ji beriya 7 slan li ser xaka Sûriyeyê rû dide, maska rast a hiqûqa mafê mirovan û dirûşem û îdîayên wê yên sextet eşkere kir ev titş hate gotin "Diyar bû, ku  dewletên mezin ji bo pêkanîna berjewediyên xwe tevdigerin. Rêjîma Sûriyê, civaka navdewletî, hin dewletên herêmî, di serî de Tirkiyê û hin komên isalmî wekî Îxwan ji aloziya Sûriyayê berpirsyar in.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa mirovî li Efrînê û hate destnîşankirin ku bajarê Efrînê ji beriya çend rojan ve ji her aliyan ve hatiye dorpêçkirin, bi her cûra çekêngiran tê topbarankirin û bomebebarankirin, ava hatiye birîn, derman û nan nemaye. Derdora mîlyon mirovî ji hemû pêkhateyên Sûriyê bi karîseteke mirovî rû bi rû mane, pêwîste dewletên navnetewî di zûtirîn demê de, dijminahiya Tirkiyê û bozbilindahiya desthilatên wê rawestîne û gelê ji çarenûsa ne diyar azad bike."

Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê daxuya kirin ku jî hemû kiriyarên hovane nedikarî vîna gelê bişkîne, gelê Efrînê bi şervanên xwe derdora du mehan li hermberî hêzeke wisa mezin de efsaneyên berxwedaniyê meşandin û girêdana xwe bi axa xwe ve diyar kir.

Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bang li dewletên cîhanê kir ku li hemberî zulma li dijî gelê Efrînê tê meşandin dengê bilidn bikin û got, "Xuşk û birayên rêzdar; bi vê boneya hêja em bang li li dewletên cîhanê dikin ku li hemberî zulma ku li ser gelê me yê Efrînê têne meşandin dengê xwe bilind bikin.

Her wiha em bang li gelê xwe li her deverê dikin ku, di vê tengaviyê de bi berpirsyarî tevbigerin û ji hewldanên derxistina hevliheviyê ku aloziyê mezintir dike dûr bikeve. Her wiha enrjiya xwe li hemberî dagirkerên mafê gelê me bidin bi karanîn."

Hevbendî her wiha bang li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahî cîhanê kir ku Newroza 2018‘an biki roja piştgiriya bi Efrînê re û got" Herî dawî, tevî ku cihê Newrozê di dilê me de cûda ye jî, ku nabe were îbtalkirin an jî paşxistin, em bang li gelê xwe dikin ku, roja Newrozê bikin roja piştgiriya bi Efrîna birîndar re."

Daxuyanî bi dirûşemeyên "Serkeftin ji bo Efrînê, şehîd namirin, şîfa lezgîn ji birîndaran re, her Newroz û gelê Kurd li hemberî dijmin li ber xwe dide, bijî Newroz, sembola hizkirin, azadî û aşîtî" hate bi dawîkirin.

(bb)

ANHA