‘Em ê kar bikin ku qaûnan jinan a Rojava li Lubnanê pêk were’

Seroka Navenda Newroz a Çanda Civakî ya Lubanê û Endama Yekîtiya Jinên Lubanê û parstina mafê Jinan Henan Osman yekem jina kurd e ku ji bo perlemantoya Lubanê wekî namzet dikeve hilbijartin an. Hilbijartên perlamantoya Lubanê tê payîn di 6’ê gulanê de werin lidarxistin, Henan Osman wekî delegeya sinî ya Beyrûta duyemîn xwe pêşniyar kiriye. Henan da zanîn ku ew ê kar bikin ku qanûna jinan a Rojava li Lubnanê jî pêk were.

‘Em ê kar bikin ku qaûnan jinan a Rojava li Lubnanê pêk were’
16 adar 2018   11:58

SOZDAR CEMÎL

QAMIŞLO- Seroka Navenda Newroz a Çanda Civakî ya Lubanê û Endama Yekîtiya Jinên Lubanê û parstina mafê Jinan Henan Osman yekem jina kurd e ku ji bo perlemantoya Lubanê wekî namzet dikeve hilbijartin an. Hilbijartên perlamantoya Lubanê tê payîn di 6’ê gulanê de werin lidarxistin, Henan Osman wekî delegeya sinî ya Beyrûta duyemîn xwe pêşniyar kiriye. Henan da zanîn ku ew ê kar bikin ku qanûna jinan a Rojava li Lubnanê jî pêk were.

Jina kurd û namzeta hilbijartinên perlemantoya Lubanê serdana herêma Efrînê kir daku piştgiriya xwe bi Berxwedana Serdemê re pêşkêş bike.

Henan Osman derbarê beşdarbûna wê di hilbijartinên Lubanê de bersiva pirsên me da.

*Armanca we ji beşdarbûna hilbijartinên Lubnanê çiye?

Gelek sedem hen e ku min xwe pêşniyar kir ku bibin endama perlemantoya Lubnanê. Ji bo em pêşketinên têne jiyankirin, bijîn, her wiha ji ber ku gelê kurd ên ji mêj ve li Lubnanê ne wina bûne, min xwe pêşniyar kiriye. Ji ber siyasetên tunekirin û qirkirinê yên dewleta Osmanî gelê kurd rastî koçberê hatiye û zimanê kurdî hate qedexekirin, her wiha gelê kurd rastî tunekirina canî û çandî jî hat. Em ji beriya dehan salave ne li Lubnanê jiyan dikin û me di avakirin awelat de cih girt, lê aliyê din her dem me paş guh dike û wekî welatiyên ji rêza duyemîn li me dinerin.

Ji bo em vê rewşê bidin guhertin, her wiha ji bo em piştgiriya malbatên li Lubnanê jiyan dikin di aliyê aborî, civakî û çandkî bikin. Piraniya kurdên Lubanê heta niha nasnameya Lubannê wernegirtine, ev bûye sedema ku ciwanên wê nexwendî ne. JI bo kesek di dewletê de bighêje astên jor divê xwende be. Ji ber van sedeman min biryar da ku ez xwe wekî namzet bikevim hilbijartinan. Ez ê bibim dengê wan.

*Çima te cih di lîsteya dengê gel de girt?

Ji ber ev lîste civakî ye û li dijî desthildarî, gendelî û cûdewaziyê ye. Dixwaze bi tevgera civaka sivîl veguhertinê pêk bîne û dawî li tayîfeya siyasî û gendelî bîne, di heman demê de rewşa jinan bide guhertin û mafê wan bidest bixe. Di heman demê de ev lîste xwedî dîrokeke xebat û tekoşîna siyasî ya guhertina vê rewşa heyî ye. Ji ber van sedeman min biryar da ku tevlî vê lîsteyê bibim. Em niha di nava civakê de hemleya xwe ya piropogandayê pêk tîn in.

*Heger tu di hilbijartinan de bi ser ket û tu ket Perlemnatoya Lubanê de armancên te çine? Tê çawa piştgiriya doza kurd û gelê kurd ê Lubanê bike?

Ez wekî endamek di Melcîsa Jinên Lubanê û Endama Komîteya Parstina mafê Jinan bûme xwedî dîrokeke teoşîna parstina mafê jinan. Armanca me ew ku em mafê jinan ku ji ber rewşa tayîfeya siyasî ya li Lubanê pêk tê, winda bûne bi dest bixin. Jinên Lubanê heger ji kesekî biyanî zewicî be, nikare nasnameya xwe bide kurê xwe. Di heman demê de ji bo wekheviya di navbera bera jin û zarokan de û qedexekirina zewicandina zarokan de em ê tekoşînê bikin.

Luban ji welatiyên yekem ên ereba ku mafê jinan di aliyê hilbijartinan de dane û dîroka tekoşîna jinên lubnanê dirêj in, lê tenê sê jin di perlemantoya Lubanên de hene. Ew jî yan xwîşka siyasetmedarekî, yan hevjîna yekî yan jî hevjîna wî ye. Yenî armanca me ew e ku jinên Lubanêp bikevin xwediyê biryarê.

Di heman demê de divê nûnerekî kurdên Lubanê di perlemantoyê de hebe, divê ne li ser tayîfeya sinî were hesabkirin, ji bo bi çavekî netewî li kurdan binere û bizane ku civaka wan û adetên wan ne wekî yên dine. Di heman demê de ez ê ji bo pêşxistina zimanê kurdî kar bikim û vekirina dibistanan, her wiha navendên çandî û civakê yên kurdî.

*Jinên Bakurê Sûriyê dibim mînak ji jinên cihanê re? We ji ezmûnan wan sûd wergirt, lê na?

Jinên kurd bi awyekî mezin di Rojhilata Navîn û cîhanê de xwe istbat kirin, tevî ku tarîkirina çapemeniyê jî heye jinan di hemû çalakiyan de beşdar bûn. jiên kurd di qadên leşkerî, çandî, civakî û dîplomasî de pêk anîn. Di heman demê de rola wan di tunekirina çeteyên DIAŞ’ê de hebû. Di heman demê de di avakirina civaka demokratîk a azad de rola wan hebû.

Gavên ku jinan li Rojava-Bakurê Sûriyê de avêtin hêz da me ku karibin guhertinê pêk bîn in. li rojava me gelek guhertin di qanûnan de dît, qanûnên Rêveberiya Xweser ên derbarê mafê jinan de bi rastî gelekî baş bûn. Em ê ji bo pêkanîna qanûnên jinan ên li Rojava derketina li Lubanê pêk werin de kar û tekoşînê bidin meşandin.

*Çi sedema ku tu ji Lubnanê berê xwe bide Efrînê?

Di dema ez namzetim û bi boneya 8’ê Adarê min bi komeke jinên Lubanê re berê xwe da Efrînê.Armanca me piştgiriya Berxwedana Serdemê bû û vekirina çembera li ser gelê me yê Efrînê bû. Sedemeke din a sereke jî ew bû ku em bibin dengê jinên Efîrnê yên derve bin.Tiştî bala me kişand ew bû ku her kes li wir di nava berxwedanê de bû.

*Hûn komploya li ser Efrîn pêk tê çawa dinirxîn in ?

Komployek nevdewletî li dijî Efrînê pêk tê. Tirkiyê û hevkarên wê Rûsiya, Îran û Rêjîma Sûriyê komplo pêk anîne, Efrîn beranberî Xûta Firotin dewleta Tirk, wê jî li dijî Efrîne siyaset tunekirinê da meşandin. Divê ev êrîş raweste û çembera li ser Efrînê bi dawî bibe. Divê civaka navdewletî ji bê dengiya xwe derkeve. Lê ev komplo wê bi îradeya YPG/YPJ û jinên Efrînê têk biçe, Eê Efrîn bi keskaya xwe wekî me wê naskiriye bimîne.

(dc)

ANHA