Îranê ji ber kuştina Heniye doz vekir

Îranê ragihand ku ji ber kuştina serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye doz vekir û biryara girtina kesên bi kuştinê re eleqedar in da.

Îranê ji ber kuştina Heniye doz vekir
4 tebax 2024   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Serokê Dadgeriyê ya Îranê Sadiq Rehîmî ragihand ku der barê dosyeya kuştina serokê polîtburoya Hemasê Îsamîl Heniye de doz vekiriye. Rehîmî biryara girtina kesên ku di kuştinê re têkildar in jî da

Rehîmî di civîneke çapemeniyê de got: "Şehîd Heniye li welatê me mêvan bû, ji bo wê jî mafê qanûnî yê komara Îslamî ya Îranê heye ku bersiva vê kuştina tirsonek bide."

Li gorî Îranê, Îsraîlê berpirsê kuştina Heniye ye. Lê Îsraîlê der barê van tawanan tu daxuyanî nedaye. Ji dema kuştina Heniye ve Îran û hevkarên wê nexasim Hizbullah soza bersivdayîneke giran li dijî Îsraîlê didin.

(mh)