Sersaxî ji malbata şehîd Ferîd El Xebrawî re hat xwestin
Li Til Hemîsê ji bo şehîd Ferîd El Xebrawî merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin.
Şêniyên bajarê Til Hemîs û gundên wî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran sersaxî da malbata şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ferîd El Xebrawî.
Konê sersaxiyê li gundê Şare hat vegirtin û merasîmeke hat lidarxistin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Til Hemîs Hemze El Xelef sersaxî da malbata şehîd û destnîşan kir ku şehîd Ferîd bi keda xwe nirxên girêdana bi welêt û mafê parastina rewa ve da rûniştandin.
Ji fermandarên QSD'ê Omer Qamişlo rola şehîdan di pêkanîna serkeftinan de anî ziman û got: "Şehadet armanca her mirovekî azad e ku bi azadiya gelan bawer kiriye û li ser şopa fikrên Rêber Abdullah Ocalan meşiyaye."
Endama rêxistina Kongra Star a Til Hemîs Nexem El Deham jî rola şehîdan di rizgarkirina jinan û xelaskirina wan ji adetên kevneperest de vegot û soza şopandina rêya şehîdan da.
Kurê xaltîka şehîd Ferîd, Amir El Dewas got: "Şehadeta lehengan rêya azadiyê ji me re xêz kir."
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Şervanê QSD’ê Ferîd El Xebrawî 31'ê Tîrmehê dema erka xwe bi cih dianî li bajarê Girkê Legê şehîd bû. Cenazeyê wî û duh li Pakrewangeha Şehîdan a a bajarê Til Hemîs hat veşartin.
(mh)
ANHA