Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê kujerê serdemê Erdogan bû Helebçeya 2018ʹan

Berpirsê Buroya Têkîliyên Giştî ya QSDʹê Rêdûr Xelîl da zanîn ku Efrîn bi destê kujerê Serdemê Erdogan bûye Helbçeya 2018ʹan.

Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê kujerê serdemê Erdogan bû Helebçeya 2018ʹan
16 adar 2018   16:27

NAVENDA NÛÇEYAN – Berpirsê Buroya Têkîliyên Giştî ya QSDʹê Rêdûr Xelîl da zanîn ku Efrîn bi destê kujerê Serdemê Erdogan bûye Helbçeya 2018ʹan.

Di salvegera komkujiya Helebçeyê de, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Efrînê ya bi sed hezaran sivîl lê dijîn hedef digirin û rojane komkujiyan pêk tînin. Derbarê vê yekê de, Rêdûr Xelîl ji malpera PYDʹê re axivî.

Xelîl anî ziman ku komkujiya Helebçeyê di serdema Sedam de pêk hat, di sala 2018ʹan de jî komkujiyên li Efrînê di serdema Erdogan de pêk tên. Xelîl wiha got, ʺEfrîn bi destê kujerê serdemê Erdogan, bûye Helebçeya 2018ʹan. Îro artêşa Tirk a dagirker bi topbarana hovane ya li ser navenda bajarê Efrînê, komkujiyek li taxa Mehmûdiyê pêk anî. Di encamê d 21 sivîl şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek sivîl jî di bin kavilan de ne.ʺ

Berpirsê têkîliyên QSDʹê Rêdûr Xelîl da zanîn ku Erdoganê faşîst di serdema 21ʹê de nameyekê dide gelê Kurd û hemû gelên aştîxwaz ku çarenûsa  wan kuştin û koçberkirine. Xelîl wiha domand, ʺHizniyeta Osmanî ya gelên aştîxwaz di komkujiyan re derbas dike, jiyana hevbeş û pireng qebûl nake.ʺ

Her wiha Xelîl destnîşan kir ku dijmin bi pêkanîna komkujiya Helebçeyê nikarbû gelê Kurd bêdeng bike, azadî û aştiyê bêdeng bike.

Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha axivî, ʺFaşîzma Tirk û cîhadîstên wê li hember Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê, komkujiyên serdemê pêk tîne.ʺ

(mm)

ANHA