Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin

Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ ya li ber girtîgeha Bakirkoyê ya bajarê Stenbûlê hat lidar xistin de, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û serbestberdana girtiyan kirin.

Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin
4 tebax 2024   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

 Xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin.

Di çalakiyê de Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî hazir bûn.

Di çalakiyê de pankarta “Ji bo şikandina tecrîdê û aştiya civakî deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran pêşmalkên “Meşa azadiyê” li xwe kirin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.