Ji bo Rêber Abdullah Ocalan şevbuhêrka helbestan
Li Kobanê bi dirûşma "Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê tecîrdê têk bibin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin" şevbuhrêkek helbestan hat lidarxistin.
Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Firatê bi amadebûna bi dehan helbestbavan û şêniyên kantonê şevbuhêrkek helbestan li dar xist.
Şevbuhrêka helbestan bi dirûşma "Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin" li navenda Baqî Xido hat lidarxistin.
Şevbuhêrk bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Rêveberê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Firatê Ehmed Dalî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got:" Mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn li gel Rêber Abdullah Ocalan e. Em ê her tim çalakiyan bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin."
Piştre helbest li ser Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.
(sş/bb)
ANHA