Balyozê Brîtanyayê: Ji bo vegera êzidiyan divê zemîna guncaw were amadekirin

Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hitchen di civîneke çapemeniyê de destnîşan kir ku ji bo vegera koçberên êzidî li Şengalê divê zemîneke guncaw were amadekirin.

Balyozê Brîtanyayê: Ji bo vegera êzidiyan divê zemîna guncaw were amadekirin
4 tebax 2024   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hitchen û serokê zanîngeha Mûsilê Qusey El Ehme civîneke çapemeniyê li dar xist.  Dozên girêdayî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Şengalê nîqaş kir.

Hitchen diyar kir ku serdana wî ya ji bo Şengalê  ku di salvegera 10'emîn a fermanê de hate kirin xwedî encamên erênî ye.

Hitchen bang li hikumeta navendî ya Bexdayê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku destekê bidin Şengalê û girîngiyê bidin qanûna jinên ku ji komkujiyan hatine rizgarkirin û desteka pêwîst bidin wan.

Hitchen got: " Divê em hemû ji bo ji nû ve avakirina Şengalê, amadekirina zemîneke guncaw a ji bo vegera koçberan a li Şengalê û pêkanîna aramiyê bixebitin."

 (mh)